Gotar û hevpeyvînSiyaset

Suryaniyan bang li civaka navneteweyî kir ku komkujiyên Osmaniyan nas bikin

Desthilata Osmanî ji sala 1914’an heta 1923`yan komkujiyên Sêfo, Amed, Tûr Abdîn û Dêrazorê pêk anîn. Ji ber van qirkirinan zêdetirî milyonek mirov hatin qetilkirin û hejmareke mezin ji Suryan û Ermenan reviyan.

Komkujiya Sêfo ya li dijî Suryanan, ji mezintirîn komkujiyên di sedsala 20`an de ye ku bi awayekî hovane pêk hatine, nexasim li dijî jinên Suryan û Ermen. Osmaniyan di vê qirkirinê de gelek Suryan bi şûran ser jê kirin, lewra ev qirkirin bi “Sêfo” tê naskirin.

Heta niha tu belge der barê hejmara zelal a qurbaniyên vê qirkirinê de tune ne, lê li gorî lêkolîneran tê texmînkirin ku hejmara qurbaniyan derdora 500 hezar heta 750 hezarî be.

Îro 24`ê Nîsanê anku salvegera 106`an a Komkujiya Sêfo ye. Bi vê wesîleyê hejmarek jinên suryanî serpêhatiyên pêşiyên xwe yên der barê sûcên Osmaniyan de bi me parve kirin.

Sebah Şabo ku pîşeyên wê ji ber qirkirinê koçberî bajarê Qamişloyê bûne, çend serpêhatiyên ku bapîra wê der barê vê qirkirinan jê re digot, parve kir. Sebah diyar kir ku dema ku ew biçûk bû dapîra wê hin çîrokên wan komkujiyan jê re parve dikir û digot;  navê “Sêfo” li qirkirinên ku pêk dihatin, kirin, ji ber ku Osmaniyan di qetilkirin û serjêkirina Suryan û Ermen de sêf anku şûr bi kar dianî û zikê jinên ducanî diqelişand.

Sebah Şabo got: “Qirkirin bi fermana sultanê Osmanî pêk hat, destpêkê fermana qetilkirina Ermenan da, piştî ku qirkirina Ermeniyan bi dawî kir, dest bi qirkirina Suryan, Asûr û Yewnanan kir, ji lew re ev ferman wek fermana qirkirina gelên resen ku li ser erdên xwe yê dîrokî bûn, tê dîtin.”

RÊBAZÊN OSMANIYAN ÊN ÎŞKENCEKIRIN Û QETILKIRINA JINAN

Sebah Şabo diyar  kir  ku di wan qirkirinan de jin ji aliyê leşkerî Osmanî ve rastî sûcên hovane hatin û li ser zimanê dapîra xwe ev yek got: “Osmaniyan jin rût dikir da ku beriya wan qetil bikin, wan rezîl bikin, paşê ew çarmîx dikir û heta mirinê xwîn ji wan diherikî.”

Sebah destnîşan kir ku wêne hene ku axaftina wê piştrast dike û  got, Osmaniyan ew ji herêmên wan koçber dikir û tevî zarok û mêran bi birçîbûnê û tirsê re rû bi  rû dihişt, ev bûyer û çîrok ji pabîrên xwe yên ku bûne şahidên wan bûyeran bihîstiye.

Der barê rêbazên din ên îşkencekirin û qetilkirina jinan de, Sebah li ser zimanê dapîra xwe ev xal parve kir: “Di wan qirkirinan de cureyeke îşkencekirina li dijî jinan dihat meşandin, ew bû ku leşkerên Osmanî li ser hesabê zayenda zarokê di zikê dayika ducanî de şert datanîn, paşê  zikê dayikê diçirandin, zarok jê derdixist û tevî dayikê qetil dikirin.”

Sebah Şabo di berdewamê de got: “Ji çîrokên  ku di bîra min de maye,  çîroka Trêna mirinê ye ku dapîra min ji min re vedigot û bi suryanî jê re digot Trêno Moto, zarok û mêr dixistin wan tirênan, paşê derî li wan digirt, tazî û birçî trên dişand herêmên bakurî yên cemidî da ku ji serma û birçînan bimirin.”

DEWLETA TIRK LI SER ŞOPA OSMANIYAN E’

Sebah Şabo di berdewamiya gotina xwe ev xal rêz kirin: “Dewleta Tirk ku neviya Osmaniyan e, hîn jî bi armanca helandin û qirkirina gelan heman rêbazî dişopîne û rêbazê xwe yê kujer dişopîne, mînaka vê yekê jî li Bakurê Sûriyê gelek herêm dagir kir, jê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, di heman demê de li van herêman sûcên qetilkirin, koçberkirin, guhartina demografiyê, talankirin, wêrankirina mal û milkên Kurd, Suryan, Ermen û pêkhateyên din ên li van herêmên dagirkirî pêk tîne, ji lew re ev kiryar sûcên ku gelê me li ser destên Osmaniyan di Komkujiya Sêfo û yên din de, pê re rû bi rû diman, tîne bîra mirov.”

DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ ÎTÎRAFÊ BI KOMKUJIYÊN OSMANIYAN BIKE’

Sebah Şabo bang li civaka navneteweyî kir ku îtîrafê bi qirkirinên Ermen û Suryaniyan bike û wan wekî qirkirinên komî û sûcên li dijî mirovahiyê bi nav bike, her wiha mafên gelê ku sûc li dijî wan pêk hatine, bidin.

Nûra Hena bûyerên li rêbazên qetilkirina Ermen û Suryaniyan de ku ji pêşiyên xwe bihîstiye axivî û wiha parve kir: “Rêbazên qetilkirina komî yên ku di wê demê de Osmaniyan pêk dianîn, cihêwaz bûn, bi şûran serî jê dikirin, yan jî wan dar ve dikirin, an jî heta mirinê gule  direşandin, dişewitandin an jî jehr dida wan û bi saxî ew bin ax dikirin. Rêbazên qetilkirinê pirr bûn û sûcdar yek bû.”

Nûra ev li gotina xwe zêde kir:”Tirkiye bi sed hezaran Suryan û Ermenî qetil kir, hêvî û xwestekên wan ê jiyana aştiyane hilweşandin, ger kesên ku di komkujiyan de sax bûna dê hejmara Suryaniyan û Ermeniyan bigihaşta milyonan kes û niha dê ji ne kêmnetewên ku li herêmê bûna.”

Nûra Hena di dawiya gotina xwe de got:”Tirkiye ji berê û niha ve dewleteke terorîst û şovenîst e, terorê û tirkkirinê pirr baş pêk tîne, her wiha siyaseta qirkirin û sûcan jî pêk tîne, heta roja îro jî van sûcan dike,  mînaka wê jî li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin.”

ANHA

Back to top button