Gotar û hevpeyvîn

Eyşe Hiso: Dewleta Tirk ji fikirê rêbertî ditirse ji ber wê êriş kir

Balafireke bê pilot a dewleta Tirk beriya çend rojan mala ku rêber Abdullah Ocalan lê dima ya li gundê Elpelûrê yê Kobanê bombebaran kir. Rêeber Abdullah Ocalan di sala 1979`an de dema ku cara yekemîn ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbû derdora 40 rojan li wê malê mabû. Ji ber vê yekê  ev mal bi “Mala rêbertî” tê naskirin.

Têkildarî armancên êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava bi giştî û mîrateya manewî ya rêber Abdullah Ocalan bi taybet, Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso ji ANHA’yê re axivî.

Eyşe Hiso  got: “Wekî ku em dizanin bi rasthatina boneya 4`ê Nîsanê re ku roja rojbûna rêber Ocalan e, şêniyên Rojava ku israr parastina fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan a dikin, berê xwe dabû mala ku cara yekemîn rêber Ocalan qesda wê kiribû ku li gundê Elpelûr e, da ku rojbûna rêbertî pîroz bikin.  Şêniyên Kobanê yên ku li derdora malê kom bûbûn û li wir şahiya 4`ê Nîsanê kiribûn, bi nameyekê xîtabî dewleta Tirk kiribûn û dabûn zanîn ku israr daxwaza wan e û ew ê şopdarên fikir û felsefeya azadî û rûmetê bin.”

Têkildarî sedemên ku dewleta Tirk wekî buhaneyan digire, da ku êrişî Rojava bike û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan girantir bike, Eyşe Hiso diyar kir ku armanca sereke ya vê êrişê ew e ku rêgezên mirovahî û welatparêziyê yên ku gel ji xwe re bingeh girtiye, bike armanc.

Hevseroka PYD`ê destnîşan kir ku bi rêya hedefgirtina deverên ku ji bo gel wekî cihên manewî ne, êrişî mîrateya rêber Ocalan dike û ev li gotina xwe zêde kir: “Dema Berxwedana Serdemê balafirên dewleta Tirk wêneyê rêbertî yê li ser girê navçeya Bilbilê kir armanc, êdî mirov nikare vê bûyerê ji mijarên din qut bike.”

Eyşe Hiso got: ” Aloziya ku niha dewleta Tirk tê re derbas dibe, diyar dike ku siyaseta wê ew e ku bi rêya mijûlkirina gelê li Tirkiyê bi buhaneya ku dijminekî ji derve heye û gefan li ewlehiya Tirkiyê dixwe, dixwaze aloziya xwe ya hundirîn derxe derve.”

Eyşe Hiso îşaret pê kir ku êrişên domdar ên li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nîşaneya tirsa dewleta Tirk ji mîrateya fikirî ye, ku rêber Abdullah Ocalan ji bo destpêkirina Şoreşa  19`ê Tîrmehê wekî kevirekî bingehîn danîye.

Hevseroka PYD`ê ev xal li gotina xwe zêde kirin:”Bê aramiya li herêmên di bin serweriya artêşa Tirk de, encama pêkanîna Mîsaqa Milî ye ku dewleta Tirk pê bang dike û dixwaze bi rêya wê erdê Sûriyê dagir bike û tev li Tirkiyê bike.”

Eyşe Hiso destnîşan kir ku li hemberî vê dagirketiyê ew projeyekê pêk tînin ku pîvanên biratiya gelan, rêberiya demokratîk, jiyana hevbeş û jiyana azad di nav xwe de digire û got: “Sîstemên desthilat destpotîzim civakan diçewisîne, lê rêveberiya xweser mafên her kesî dayê, nexasim jin diparêze.”

Li ser vê bingehê Eyşe Hiso ev nirxandin  kir:” Hedefgirtina mala rêbertî ya li gundê Elpelûr di heman demê de hedefgirtina vîna jina azad e.”

Hevseroka PYD`ê Eyşe Hiso di dawiyê de got, kiryarên wiha yên ji aliyê dewleta Tirk ve tirsa dewleta Tirk ji girêdana gel a bi rêber Ocalan ve, israra gel a li ser rakirina tecrîdê û pêkanîna azadiya wî îspat dike.

Back to top button