Arşîv

rêxistina Kongra Star em hêza ewlekariya hûndirîn hêzên xweyî rawa esas digrin

Spasname

Silavên germ bi germahiya berdewamakirina  şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêzê ewlekariya hûndirîn (Asayîş) re.

Silav û rêzdariya me ji keda we ya bi nirx ku ji bo parastina gelên herêmê tê dayîn , bêxewiya şevê, serma û germa tehmûlkirin , ev hemû jî di gelek bûyeran de, dihate diyarkirin lê di bûyerên Taxa Teyî de, ku bi êrîşên ji aliyê ( Dîfa-Elwetenî) ve, li ser bendên kontrolê yê Asayîşê pêkhat û di encama vê êrîşê de, endamek asayîşê şehîd ket .

Ji despêka şoreşa Rojava û heya neha rêjîma Sûriyê û Dîfa-Elwetenî êrîşên xweyî hem fikirî wek propoganda û hem jî li ser erdê  ji ber mejiyê dewletparêz yê ku bi salan dewletan xwe li ser avakiriye nehatiye rawestandin .

Ewqase guhertin û veguhertinên ku encamên şoreşa Rojava îro li ser erdê diyar e.

Lê belê , ew dixwazin projeya me ya Netewa Demokratîk têk bibin û bi her awayekî sîstema xwe ya deweletparêz vegerînin. Ev hewildanên wan hemû nakeve xizmeta biratiya gelan de, lê belê dikeve xizmeta dijminan de ku her êrîşên wan li ser tevahiya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ranawestîne .

Dîsa şer û pevçûnên ku 6 rojan dewam kir  endameke din yê Asayîşê şehîd ket û ji bo xulqandina tevlîheviyekî kurd-ereb şêxê êla benî Sebi şêx Hayis şehîd xistin yê ku di eynî şevê de  ji bo rawestandina van pevçûnan bû resûlê aşîtiyê , lê mixabin ev kiryarên qirêj her ji bo şer gurkirinê ye ne ji bo aşîtî belav kirine .

Di vê pêvajoyê de hêzên meyî ewlekariya hûndirên bi hemû hêza xwe ji bo parastin  gelê Taxa Teyî  hemû hewildanên xwe kirin ku ew tax weke roja îro di nava aramiyekê de jiyan bikin , ji ber ku taxa Teyî ji hêmenên Dîfa-Elewtenî hate paqij kirin.

Em jî rêxistina Kongra Star em hêza ewlekariya hûndirîn hêzên xweyî rawa esas digrin yê ku bi fedekariyekî mezin ji bo parastina gelên xwe û herêmên bi hemû pêkahtiyên xwe berpirsiyar dibînin û em bi berxwedana wan serbilindin û bawerin ku ewê her bimînin hêza parastina nirx û rûmetê.

Her bijî hêzên ewlekariya hûndirîn.

Ji bo birîndaran şîfaya lezgîn.

Şehîd namirin.

 

Kordînasyona kongra star.

Qamişlo 29/4/2021.

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27