Siyaset

Çalakvaneke tunisî: Lehengiya jinên Kurd bandoreke xurt li me kir

Bi armanca xurtkirina xebata hevbeş, seroka Weqfeya Jîn a Jinan a Lubnanê Buşra Elî û endama Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya Kongreya Star Zeyneb Mihemed serdana paytexta Tunisê kiribû û bi jinên çalakvan re civiyan.

Têkildarî armanca serdanê û girîngiya wê, çalakvana hiqûqî ya tunisî û endama Komîteya Jin, Ewlehî, Aştiyê ya Yekitiya Afrîkayê (FemWise-Africak) Selwa Qîqa ji ANHA’yê re axivî.

Selwa Qîqa di destpêka axaftina xwe de got: “Destpêkê ez bi vê peywendiyê kêfxweş im ku dikarim bi rêya wê têkiliyên xwe yên dostanî yên ji beriya salan ve bi gelek rêxistinên jinan ên kurdî re îfade bikin. Her wiha da ku bibin tayê têkiliyê di navbera rêxistin û kesayetên ji her du aliyan kurdî û tunisî de û heta têkiliyên bi rêxistinên ji bajarên bakurê Afrîkayê re.”

Selwa Qîqa wiha domand: “Ji hevdîtina min a yekemîn ve ya bi komeke ji nûnerên rêxistinên kurdî re, ku li Tunisê di 26 heta 30’yê Adara 2013’an de di Foruma Civakî ya Cîhanê de pêk hatibû, gelek hevdîtinên din çêbûn. Ji ber tevlêbûn di gelek komxebatên cîhanî yên cihêreng de bûn, di navberên wan komxebatê de me hewl da civînên du alî li dar bixin. Di wan civînan de me nêrîn parve kirin û me soza koordîne û xebata hevbeş da. Ji wê demê ve tevlêbûna min a komxebatên hevbeş dest pê kir, beşdarî komxebata li bajarê Amedê ya di Hezîrana 2013’an de hatibû lidarxistin, bûm û beşdarî komxebateke din li Amedê de bûm ku di Îlona 2014′ an de hatibû lidarxistin. Her wiha beşdarî komxebata ku di Adara 2014’an de li Orfayê hatibû lidarxistin û di Tîrmeha 2016’an de li Silêmaniyê hatibû lidarxistin û komxebateke din ku li Nîbalê di Îlona 2015’an de hatibû lidarxistin, bûm.”

Têkildarî girîngiya beşdarbûna wan komxebatan çalakvana tunisî wiha got: “Ev hevdîtin taybetmendiyeke cîhanê girt ku di encamê de rêxistineke jinan a cîhanê (Women’s Conference) hate damezirandin û nûnertiyên wê li tevahî parzemînan hatin vekirin. Her wiha rêxistinên kurdî roleke sereke di van komxebatan de lîst, ji ber ku tecrubeyên wan ên têkoşînê kûr û kevn in û bi vîn û çek roleke lehengî di şerê li dijî êrişên DAIŞ’ê de lîst. Piraniya hevdîtinên cîhanê ji hêla rêxistinên Kurd ve hatin qebûlkirin, rêxistinên kurdî bi beşdariya aktîf a avakirina rêxistinên cîhanê yên serbixwe mafên hebûna xwe parastin, lê hin sazûmaniyên navneteweyî beşdarî hevdîtinên navneteweyî yên fermî nebûn, ji ber ku qebûl nedikir. Di van hevdîtinan de rê li ber parvekirin û diyarkirina nêrînan, nêzîkbûn û lihevkirinên li ser esasê xebata hevbeş li ser asta herêmî û cîhanê vebû. Di encamê de bingehên Însiyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan a ji bo Ewlehî û Aştiyê hate danîn.”

Selwa Qîqa destnîşan kir ku di çarçoveya pevguhstin û têkiliyên ku ser esasê rêgezên hevpar hatin avakirin de, şandeya jinên Kurd bi nûnertiya Weqfeya Jîn a Jinan a Lubnanê û Navenda Têkiliyan a Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Tunisê kir. Selwa Qîqa der barê vê serdanê de got: “Ez nikarim armanca sereke ya hatina şandeyê ji bo Tunisê paşguh bikin, şande hatiye Tunisê da ku beşdarî kongreya ku Komeleya Tunisê ya Jinên Demokrat a serbixwe ya ku di sala 1989’an de hatiye avakirin, bibe.

Kongre ji ber tedbîrên ku desthilatê girtine ku kombûn çênebin, hate taloqkirin, lê hin civîn hatin lidarxistin ku tê de nêrîn hatin parvekirin. Li ser vê bingehê gelek hevdîtin bi komeke rêxistinan re hatin lidarxistin, di nav de Yekitiya Nîştimanî ya Jinên Tunisê bû.”

Selwa diyar kir ku hilbijartina Yekitiya Nîştimanî ya Jinên Tunisê ne tesaduf bû, lê ji ber ku rêxistina jinan a herî kevn li Tunisê ye û wiha berdewamî da axaftina xwe: ” Yekitiya Nîştimanî ya Jinên Tunisê bi destpêka avabûna dewleta serbixwe re di sala 1956’an de hate avakirin, desthilata siyasî ya ku bi projeya civakî ya nûjen bawer e, destek da avakirina vê rêxistinê ku roleke mezin di şerê li dijî nezanî û nijadiya li ser jinan de lîst. Koka yekitiyê vedigere rêxistinên jinan, ku di salên 20 û 30 yên sedsala derbasbûyî de tev li tevgera nîştimanî li dijî mêtîngeriyê bûbûn. Ji ber vê yekê, di dirêjahiya dîroka xwe de, yekitiyê ji bo beşdarbûna çalak a jinan di jiyana giştî de û belavkirina nirxên aştî û ewlehiyê li cîhanê xebat da meşandin.”

Selwa Qîqa destnîşan kir ku “Însiyatîfa Têkoşîna Li Dijî Dagirkirî û Qirkirina Jinan a Ji bo Ewlehî û Aştiyê” ya ku şandeyê pêşêkşî endamên yekitiyê kiribû, bi elaqeyeke mezin û erênî hate pêşwazîkirin, nemaze li gel mercên herêmî ku gefê li ewlehiya herêmê dixwe û rewşa keysabazî û niyetên siyasî ku îslama siyasî dixwaze rejîma xîlafeta Osmanî ji nû ve vegerîne.

Selwa Qîqa wiha axaftina xwe domand: “Her çiqasî awayên hewldana hegamoniya mêtîngeriyê ji destwerdana nerasterast û provokasyonên plankirî ji bo hilweşîna aboriyê li herêmên ku lê dijînin cûda be, ewqasî jî destwerdana leşkerî ya rasterast ku jinên Kurd li hemberî zêdegaviyên DAIŞ’ê li Iraq û Bakurê Rojhilatê Sûriyê sekinîn, doz yek e. Lê lehengiya jinên Kurd bandoreke mezin li hemû beşdaran kir ku îtîraf bi lehengiya wan a parastina xak û rûmeta mirovahiyê li herêmên wêrankirî, bikin.”

Têkildarî nîqaşên ku di navbera yekitiyê û şandeya jinên Kurd de çêbûn, Selwa Qîqa ev agahî dan: “Asoyên tevkarî û veguhestina pisporiyan di navbera şande û yekitiyê de vekir. Her du aliyan li ser girîngiya pêkanîna xebata meydanî ku bingeha kar e li hev kirin. Tevî astengiyên ku di sala 2011’an de li pêşiya wê derketin, lê yekitiyê şaxê xwe li tevahî bajar û gundan vekir. Tecrubeya yekitiyê ya vekirina şaxên xwe li tevahî bajar û gundan  roleke sereke di pêngavên naskirina jinan bi mafên wan, hewldana têkbirina diyardeyên cûdekariyê û dayîna bernameyeke girêdayî tunekirina nezanî û perwerdeyê, piştevaniya tenduristiyê, pêşxistina aborî, vekirina navendên perwerde û pîşeyî, tunekirina xizantiyê û misogerkirina serxwebûna madî ya piştevahiya rûmet, azadî û gişkirinê de, lîst.

Serdana navenda guhdarkirin û birêvebirinê ya jinên qurbaniya tundiyê ya girêdayî yekitiyê hate kirin û vê yekê derfeta ji bo pêşniyarkirinê dozên tundiya li dijî jinan û makanîzmeya rawestandina wê hat dayîn. Her wiha mijara hevkariya di vî warî were hate nîqaşkirin.

Ji lew re qanûna me ya bingehîn a bi jimareya 58’an ku di 2017’an de derketiye û ya girêdayî têkbirina tundiya li dijî jinan li Tunisê mînaka diyaloga ku çêbû ye. Diyaloga li ser qanûn û valahiya eşkere ya di navbera naveroka ku pispor dibînin li gorî qanûnên rojavayî pir pêşketiye û rewaşa ku jin li bajar û gundan dijî de hate nîqaşkirin. Me derfeta propagandaya naveroka qanûna ku civaka sivîl teşwîqî biryardayîn dike nîqaş kir. Her wiha me hewldana xebata hevbeş a ji bo têkbirina tevahî şêweyên tundiyê nîqaş kir. “

Selwa destnîşan kir ku tecrûbeya Kurd a di aliyê hiqûq û girêdana bi wekheviyê di tevahî astan de, hişt ku ajoyeke zêde ji bo piştevaniya bingehîn a hevkariyê li gorî tevahî semînerên di hevdîtina Yekitiya Nîştimanî ya Jinên Tunisê û hevdîtinên dîtir ên bi nûnerên ji Komeleya Jinên Tunisê de çêbibe, da ku li ser geşkirin an jî nûnertiya weqfa Tunisê ya parastina mafên mirovan were lêkolînkirin.

WEKHEVIYA JIN Û MÊRAN A MÎRASÊ

Selwa bal kişand ser mijara wekheviya mîrasa di navbera jin û mêr de û got: ” Mijara wekheviya mîrasa di navbera her du zayendan de jî hate nîqaşkirin. ji ber ev pirsgirêk exlaqî ye nîqaşeke îdolojî li welatê me çêkir û nimûneya Kurd tê de nimûneyeke bêhempa bû. Divê giştî li ser hevgirtina kedan û yekitiya di navbera rêxistinê jinên aktîf ên li herêmê de erê bikin, ji ber ku ew misogeriya sekna li hember zihniyeta baviksalarî ye û da ku qanûn û rewşê biguhere ku mafên giştî, ferdî, azadî, demokrasî, edaleta civakî, rûmeta mirovahiyê û wekheviya aktîf misoger bike.

 Ya girîng di diyarkirina nêrîn û bingeha wê de, plana stratejîk, armancên baş û merhel ye ku divê li ser wê werin lihevkirin. Her wiha şopandina mayînde ji rewş û pêşdeçûnan re dibe ku me weke her car ber bi diyarkirina armanca merhelî ya hevbeş ve bibe. Bi wê re jî em tevger, diruş, plan, xebatên fişar û pêşniyarên li gorî demê li her deverê belav bikin.”

Hiqûqnas Selwa Qîqe got: “Serdana şandeya kurdi, xaleke bişewq a girîng çêkir ku me rewşa mafên kêmneteweyên li herêmê nas kir. Hin alî dixwazin li herêmê helwesta îdeolojî pirrengî, dewlemendiya fikirî û çandî têk bibe û tenê di yek pêkhateyê de didît ku ew herêm bi tevahî “cîhana Ereb a îslamî ye”.

Ji lew re serdana ji hin nuqteyên li bajarê Qirtac û hwd derfet li pêş teşwîqkirina kûrahiya dîrok, curbicurbûna şaristanî û çandî ya welatan û têkiliyên di navbera gelên herêmê yên ji beriya zayînê ve vekir. Ew jî ajoyeke bingehîn a mirovahî û girêdana me bi rêgezên mafên mirovan ve ye. Ev rêgez jî Rêberê Kurd Abdullah Ocalan banga wê kir û helwestên wî di hin nîqaşên der barê sîstema fedralî û karîna wê li ser yekitiya welatan de tevî rêzdayîna taybetmendî, pirrenî û cihêrengî de hatin kirin. Em bi hêvî ne ku ew û tevahî girtiyên têkoşer ji jin û xortên Kurd werin berdan. Belkî bi yekitî, banga me û hewldanên me ji bo yekitî û rêxistinên navneteweyî re bibe rizgarkirina qurbaniyan ji destpotî û desthilatdariyê.

Selwa Qîqe diyar kir ku nîqaş bûn ajoyek ber bi hestiyariya hebûna dozeke veşartî li welat û dema girêdan di navbera doza Filistinê û doza Kurd de çêbû, nîqaş zêdetir ber bi zanebûnê ve çû û wiha dewam kir: “Di naveroka daxuyaniya 2014’an de ya hedîtina li Amedê de hat gotin ku Filistîn dagirker e û Kurdistan jibîrbûyî ye.  Dibe ku dubarekirina girêdana di navbera her du dozan de piştgiriyekê di qelsbûna neteweyî ya erebî de çêke, ji ber pirî caran li hember mafên gelê Kurd di îsbatkirina xwe û çarenûsa xwe de dibe asteng.

Selwa Qîqe wiha gotina xwe bi dawî kir: “Serdana şandeya Kurd ji Tunisê re rêveçûneke nû di mijara mafên mirovan a belavbûyî de vekir. Bê guman astengî pir in, le belê çîrokên serkeftinan gelek in. Bila parek me jî di çarçoveya hevkarî û xebata hevbeş de hebe, ku em ji tecrûbeyên serkeftî yên di tevahî aliyên qanûnsaz, civakî, çandî û siyasî de sûdê wergirin. Da ku belkî em piştgiriyê di cihên xwe de ji bo pêkanîna armanca stratejîk ku di hevdîtina 2014’an li Amedê de hatiye ragihand bigirin, her wiha di hevdîtinê hate gotin; Bila sedsala 21’an bibe sedsala rakirina tevahî şêweyên cudabûnê û pêkanîna wekheviyê di navbera jin û mêran de û di navbera çîn û aliyan de.”

ANHA

Back to top button