Siyaset

Foza Yûsif: Doza Kobanê sosreteke hiqûqî, siyasî û navnetewî ye

Foza Yûsif destnîşan kir ku dewleta Tirk bi  Doza Kobanê re hemû hêzên ku piştgirî dane berxwedanê dadirizîne, ev yek jî eşkere dike ku ew berdevk û parezerê DAIŞ`ê ye. Foza Yûsif diyar kir ku divê hêzên navnetewî ji bo dadgehkirina dewleta Tirk bi erkên xwe rabin.

Serokomarê dewleta Tirk Recep Tayîp Erdoxan di sala 2015`an de ji bo Kobanê digot `Ha ket, ha dikeve …` neket, bi serket û DAIŞ û dewleta Tirk bi bin ketin. Ji wê demê heya niha partî û gelê Bakurê Kurdistanê yên ku piştgiriya xwe ji bo Kobanê nîşan dabûn, ji aliyê dewleta Tirk ve rastî qirkirina siyasî tên. Doza Kobanê jî yek ji encama qirkirina siyasî ye. Siyasetmenderên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Doza Kobanê wekî tolhildana binkeftinê DAIŞ`ê dinirxînin û dibejin ku dewleta Tirk bi doza Kobanê re hewl dide piştgiriya xwe ya ji DAIŞ`ê re fermî bike û îhtîmalek gelek mezin e ku lê bizîvire.

Doza Kobanê ya Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê  Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş jî di nav de 28 jê girtî 108 siyasetmedarên Kurd tê de tên darizandin 26 Nîsan`ê hat dîtin ku 18 Gulanê doz hat taloq kirin. Derbarê vê doza Kobanê de endama Desteya hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif ji ajansa me re axivî û anî ziman ku di esas de divê dewleta Tirk bê dadgehkirin ku piştgiriya DAIŞ`ê kiriye.

`ESAS DIVÊ DEWLETA TIRK BÊ DADGEHKIRIN`

Foza destnîşan kir ku Doza Kobanê destekdayîna dewleta Tirk ji DAIŞ`ê re û beşek ji domandina qirkirina siyasî ya ku li Bakurê Kurdistanê tê meşandine û got: “Bi vê doza Kobanê re hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ`ê careke din zelal bû. Helwesta HDP û gelê Kurd a di piştgiriya Kobanê ya sala 2014`an de li dijî DAIŞ`ê parastina mirovatiyê bû. Lê belê dewleta Tirk dixwast Kobanê bikeve û DAIŞ bibe cîranê wan. Her wiha dewleta Tirk tu carî serkeftina Kobanê hezim nekir. HDP çi sûc kiriye ku tê dadgeh kirin? Esas divê dewleta Tirk bê dadgehkirin ji ber ku wê piştgirî da DAIŞ`ê, bi her awayî sînorê xwe ji wan re vekir. Tevahî cîhan di bin gefeke mezin de ma. Bi van rêbazên manîpûlasyonê dixwazin ser vê rojeveke din ava bikin. Gel û partiya ku li dijî DAIŞ`ê li ber xwe dan, sûcdar dike. Ev sosreteke siyasî, hiqûqî û navnetewî ye.  Dewleta Tirk bi yekê dixwaze vê peyamê bide `Li hemberî DAIŞ`ê têkoşîn kirin sûc e`.

`BERDEWAMIYA KONSEPTA ŞERÊ KOBANÊ`

Foza bal kişand ser binkeftina DAIŞ`ê ya ku li Kobanê û anî ziman ku ew di esas te binkeftina dewleta Tirk bû û got: “Ji ber wê jî dewleta Tirk ewqas bi nefret e. Têkçûna DAIŞ têkçûna xwe dihesibîne û berxwedaniya li hember DAIŞ`ê berxwedaniya li hemberî xwe dihesibîne. Yê ku di Kobanê de şer kir dewleta Tirk bû. Lê bi ser neket û niha ev doz jî wekî berdewamiya wê konseptê ye. Divê raya giştî jî gelekî hişyar be ku ev dozeke gelekî hesas e. Ev doz asta faşîzmê ya ku di hundirê Tirkiyê de bi pêş ketiye aşkere radixe ber çavan.”

`DURÛTIYEKE MEZIN HEYE`

Foza Yûsif bêdengiya dewletan a li hemberî Doza Kobanê rexne kir û van tişt gotin: “Durûtiyek mezin di siyaseta navnetewî de heye. Gelek dosya û belge hene ku îsbat dikin ku ev çete di sînorên Tirkiyê re derbas bûn ango sînor ji bo wan vekirî bû. Gelek çeteyên DAIŞ`ê ev tişt itîraf kirin.  Lê mixabin berjewendiyên navnetewî dibin sedem ku bêdengî hebe. Divê ev piştgirîdayîna DAIŞ`ê û sûcên ku di derbarê mirovatiyê kirine bê dadgehkirin û ser neyê girtin. Niha hikumeta AKP/MHP bi awayekî veşartî parêzertiya DAIŞ`ê dikin. Bûne berdevk û nûnerên fermî yên DAIŞ`ê. Tiştên ku DAIŞ di qada navnetewî nikarîbû bikira, dewleta Tirk wekî dewlet vê yekê dike.”

`QADA NAVNETEWÎ BI XWE RE DIKEVE NAKOKIYAN`

Gelek dewletên navnetewî piştgirî dan berxwedana Kobanê û 1 Mijdarê roja piştgiriya berxwedana Kobanê a cîhanî hat pejirandin. Foza anî ziman ku bi bêdengmayîna Ewropa, Amerîka, Rûsya û qada navnetewî bi xwe re dikevin nakokiyan û got: “Ji ber ku ne tenê HDP, hemû hêzên navnetewî piştgirî dan Kobanê. Di şexsê HDP`ê de hemû hêzên ku piştgirî dane Kobanê dadgeh dike. Koalîsyona navnetewî jî tê dadgehkirin. Mixabin li dijî vê tu helwest tune ne, ev yek jî sosreteke siyasî ye. Ev lûtkeya qirkirina li ser HDP tê meşandin e. Ev ji bo hiqûqa navnetewî şermezariyek e.”

Foza bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî partiyên demokratîk û azadîxwaz û got: “Çawa ku HDP li Tirkiyê misogeriya demokrasiyê û nûnertiya tevahî gelê Tirkiyê dike, PYD jî li Bakur û Rohjilatê Sûriyê pêşengtiya projeya demokrasiyê dike. Dewleta Tirk hemû partî û şexsên ku demokrasiyê esas digirin û mafê Kurdan dinasin ji xwe re wekî dijmin dibîne.  Ev dijminatiya li hember demokrasiyê ye.”

`PÊWÎSTE JI BO DADGEHA DOZA KOBANÊ DESTWERDAN BÊ KIRIN`

Foza diyar kir ku pêwîste destwerdanek ji bo doza Kobanê bê kirin û got: “Divê Yekîtiya Ewropa û Netewên Yekbûyî li hember vê yekê derbikeve ku dewleta Tirk parastina DAIŞ`ê dike û HDP jî di encama berxwedanê de tê darizandin. Dewletên ku di Koalîsyona Navnetewî de cih girtin û li dijî DAIŞ şer kirin berpirsyartiya wan e ku li dijî vê dadgehê derkevin. Tevahî tevgerên demokratîk yên ku piştgirî dan berxwedaniya Kobanê fişarê lê bikin. Ev dagehkirin li dijî mirovatî, demokrasî û azadiyê ye.

ANHA

Back to top button