Civak û çand

Bi hezaran şêniyên Qamişloyê berxwedana gerîla silav kir û tecrîd şermezar kir

Xwepêşandêran wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên PYD`ê û pankartên “Azadiya Rêbertî azadiya me ye”, “Berxwedana gerîla rûmeta me ye” rakirin.

Li Qamişlo  xwepêşdanê ji pêşiya Çerxerêya El-Xelîc dest pê kir û bi sedan şênî û endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Rêveberiya Xweser beşdar bûn.

Xwepêşdan li Çerxerêya Cotkaran veguherî mîtîngê. Li wê derê endama Kongra Star a Qamişloyê Menîce Heyder axivî û destpêkê tecrîda li ser rêber Abullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Armanca sereke ya tecrîdê tunekirina fikir û felsefeya rêber Ocalan e.”

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso jî destnîşan kir ku Erdogan bûye serokê terorê û gelê Kurd kiriye armanc û wiha domand: “Wekî ku pêşiyên Erdogan nikarîbûnê parastina împeratoriya herî mezin li cîhanê bikin, dê Erdogan çawa bikare Komara Tirkiyê biparêze. Ji ber ku siyaseta Erdogan dimeşîne ne dûrî siyaseta Osmaniyan e.”

 

Back to top button