Siyaset

`Projeya Rêveberiya Xweser fikrê demokratîk temsîl dike`

Endamên saziyên sivîl ên navçeya Dirbêsiyê teqez kir ku projeya Rêveberiya Xweser fikrê demokratîk temsîl dike û gotin tu sedemên nepirandina wê di aliyê navneteweyî de tune ne.

Projeya Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêviyên gelên herêmê yên aramî, ewlehî û jiyana hevbeş temsîl kir . Her wiha di aliyê siyasî û rêveberiyê de nimûneya  guncaw e ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bi giştî.

Hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeya Rêveberiya Xweser wekî rêya parastina çand, bawerî û nasnameya xwe dibînin û di hemû aliyan de beşdarê dibin.

Para mezin di damezirandin, rêvebirin û mayîndekirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ya jinan bû. Jinan di hemû aliyên jiyanî, leşkerî, rêveberî û siyasî de bi rola pêşengiyê rabû û îsbat kir ku ew xwedî hemû behre û derfetan in.

Endamên saziyên sivîl ên navçeya Dirbêsiyê ji ANHA`yê re destnîşan kir ku divê Rêveberiya Xweser bê naskirin û piştbiriya pêwîst jê re bê pêşkêşkirin.

Hevseroka Şaredariya Gel a Dirbêsiyê Raziya Îbrahîm wiha got: “Beriya 2011`an herêmê ji ber sîstemên zordest û dortengkirina jinan bi taybetî azar kişandin. Bi damezirandina Rêveberiya Xweser re sala 2012`an jinan bi awayekî berz di veguhertinên li herêmê de rol lîstin û gavên mezin avêtin. Rê li pêşiya wan vebû û ji cîhanê re îsbat kirin ku ew xwedî behre, derfet û îradeya ne. Ev yek di hemû saziyên Rêveberiya Xweser de berz bû.”

Raziya destnîşan kir ku tevî ku gelek şande serdana herêmê dikin û dibînin ku hemû hêmanên ku dihêlin Rêveberiya Xweser bê pejirandin hene jî nexasim piştî serkeftina mezin a tunekirina DAIŞ`ê jî, lê belê heta niha civaka navneteweyî Rêveberiya Xweser napejirîne.

Raziya her wiha diyar kir ku sedema sereke ku hiştiye heta niha îtiraf bi Rêveberiya Xweser neyê kirin ew e ku dewletên desthilatdar ji belavbûna sîstema rêveberiyê li welatên wan ditirsin ku dê bi awayekî yekser gef li wan bê xwarin û wiha dewam kir: “Gefeke yekser li wan dixwe, dewletên wan de û gefa yekser a hilweşandinê çêdike, ditirsin ji ber projeya Rêveberiya Xweser li ser esasê biratiya gelan, edaleta civakî û jiyana hevbeş hatiye avakirin.

Raziya da zanîn ku îtirafa bi Rêveberiya Xweser ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelên cîhanê bi giştî girîng e, ji ber ku dê sîstema kapîtalîst hilweşîne û çînên civakê nêzî hev bike.

`TU SEDEMÊN NE PEJIRANDINA RÊVEBERIYA XWESER TUNE NE `

Ji rêveberên Kongreya Star Zindan Hiso got ruxmî ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk serkeftina tecrûbeya xwe li ser erdê îsbat kiriye jî, lê civaka navneteweyî îtirafê pê nake.

Zindan wiha got: “Ji bilî tirsa ji birêxistinbûna gel, tu sedemên ne pejirandina Rêveberiya Xweser tune ne. Rêveberiya Xweser li hundir û derve destkeftiyên mezin bi dest xistin.”

Zindan îşaret bi girîngiya pejirandina Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî ji aliyê civaka navneteweyî ve kir û wiha domand: “Ew hêza yekane bû ku şerê DAIŞ`ê kir, aramiya hemû pêkhateyên li herêmê parast û di hemû qadan de azadî û mafên jinan da wan. Mînaka herî berçav a wê yekê avakirina sîstema hevserokatiyê ye.”

`RÊVEBERIYA XWESER ÇARESERIYA YEKANE YA ALOZIYÊ YE`

Cîgira hevserokatiya Meclisa Navçeya Dirbêsiyê Edle Misto jî ev pirs kir: “Rêveberiya Xweser di rêvebirina herêmê de, xwe dispêre gelên herêmê û biratiya gelan.”

Edle di dawiyê de diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser çareseriya yekane ya aloziya Sûriyê û Rojhilata Navîn bi giştî ye û teqez kir ku ew fikrê demokratîk temsîl dike û di bin sîwana Rêveberiya Xweser  de her kes dikare bi azadî û li gor baweriya xwe bijî û xwe di nava wê projeyê de bibîne.”

ANHA

Back to top button