Arşîv

Zelal Ceger: Dê sala 2017′an bi çalakiyan dagirtî be

FÎDAN EBDULAH

EFRÎN – Endama kordînasyona Kongreya Star Zelal Ceger diyar kir ku dê sala 2017′an bi xebat, çalakî û projeyan dagirtî be.

Endama Kordînasyona Kongreya Star Zelal Ceger derbarê çalakiyên kongreyê yên sala 2016′an û plansaziyên sala 2017′an ji ANHA′yê re axivî.

′Di sala 2016′an de gelek çalakî pêk hatin′

Zelal ceger di destpêka axaftina xwe de hersê têkoşerên Kurd Sakîne Censiz,Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê bi destê îstîxbaratên Tirk hatin qetilkirin bibîr anîn û derbarê çalakiyên Kongreyê yên sala 2016′an de ev tişt anî ziman: ″Di sala 2016′an de gelek serkeftinên mezin hatin bidestxistin, jinê roleke girîng bi di vê yekê de lîst. Em wek Kongreya Star kar û barê jinên ji tevahî pêkhateyan Kurd, Ereb, Tirkumen, Xiristyan û Êzidî di ber çav re derbas dikin. Me di sala 2016′an de karîbû gavên girîng û dîrokî bavêjin. Me gelek astengiyên ku derdiketin derbas kirin û  çareserî peyda kirin. ″

Zelal destnîşan kir ku di şerê li taxên rojhilatê Helebê, Herêmên Şahba û herêma Babê dihatin meşandin jî jinan di xebatên parastinê de roleke girîng û aktîf lîstin. Di çarçoveya xebatên parastinê de komîteyên parastinê yên taybet ên jinan hatin avakirin. Komîteya Geşedanên Aborî ya taybet bi Kongioreya Star jî projeyên taybet ên jinan vekirin, di van projeyan de hejmerek mezin jin beşdar bûn.″

Derbarê konferansên teybet ên jinan de Zelal Ceger da xuyakirin ku lidarxistina konferansan li 7 navçe û navenda Kantonê û li darxistina Konferansa giştî  li ser asta Kantonê bandoreke xwe ya mezin hebû. Di konferansan de Endamên kongreyê, Komîn, nûnerên Sazî û Rêxistinan, Desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) beşdar bûn.

Zelal da zanîn ku konferans di bin durişmeya ′Jina zana û hebûna xwe diparêze bingeha avakirina civak û netewa Demokratîk e′ hatin lidarxistin û wiha pêde çû: ″Jin bi hezarê salane ji aliyê zihniyekta baviksalarî ve restî hemû cureyên zulm û zordariyê hatin. Divê jin xwe perwerde bike û hêza xwe xurt bike.″

Zelal her wiha da zanîn ku  di nav konferansê de nîqaş hatin kirin, xebat û çalakiyên kongreyê hatin nirxandin, Meclîsên xwe û Kordînasyona Kongreyê ava kirin. Her wiha bal hat kişandin ser rola jinê di asta siyasî de. Zelal wiha domand: ″Bê guman jinê gelek pêngavên dîrokî avêtin û di xebatên rêxistinkirin, avakirina komînên taybet ên jinan xebatên bê hempa kirin, her wiha xebat û çalakiyên jinan di nava saziyên sivîl û rêxistinan, desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û hin saziyên din de jî ku rêjeya jinan di nav de ji % 51 derbas kiriye, hatin nirxandin.″

′Lawazbûna aliyê rêxistinî pirsgirêk bi xwe anî′

Zelal Ceger diyar kir ku lawazbûna aliyê rêxistinî yek ji pirsgirêkên girîng ên ku di sala 2016′an de derketine pêş û wiha axivî:″Lawazbûna rêxistinî di hin Komîn û Komîteyan de li pêşniya xebat û çalakiyan bibû pirsgirêk. Di xebatên Komîn, Meclîs û Komîte lawazbûn û pirsgirêk derdiketin holê. Ji bo derbaskirina van kêmasî û lawaziyan me di dewreyên perwerdehiyê vekirin.″

Zelal got ku mijara qetilkirina 10 jinan di sala berbasbûyî de li Kantonê mijareke sereke ya tevahî Sazî û Rêxistinên jinan û Kongreya Star bû û wiha pê de çû: ″Li ser vê yekê me biryar girt ku em têkiliyan bi tevahî jinan û malbatan re deynin, asta zanebûna civakê bilind bikin da bûyerên bi vî awayî dubare nebin.″

′Biryara sereke ya îsal azadiya Ocalan e′

Derbarê xebat û plansaziyên Kongreyê yên sala 2017′an Zelal ev tişt got:″Biryara sereke ya vê sale bilindkirina asta xebatê ye ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Em ê ji  bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xebat û çalakiyên xwe bidomînin.″

Zelal destnîşan kir ku ew ê ji bo beşdariya jinên ji hemû pêkhateyên nava xebatên komînên taybet ên jinan, dê di nava liv û tevgerê de bin û wiha axivî:″Em ê projeyên aborî yên taybet ên jinan vekirin, da aboriya taybet a jinê pêş bikeve. Her wiha em ê  Komîteyên Parastinê yên taybet ên jinan jî aktîf bikin û û tevlîbûna jinan di nava Saziyên Parastinê de (wek Hêzên Asayîşê û Hêzên Parastina Civakî û Yekîneyên parastina Jinê YPJ) de zêde bikin.″

Derbarê plansaziyên rêxistinî wiha raxistin ber çavan: ″Em ê dewreyên perwerdehiyê ji jin û mêran re vekin. Di sala derbasbûyî de me ev pêngav pêk anî û bandora wê jî erênê bû, ji ber vê yekê em ê van dewreyan zêde bikin da ku civak rastiya jinê û azadiya wê nas bike.″

Zelal anî ziman ku rûniştandina sîstema Hevserokatiyê di Meclîs, Rêxistin û Saziyên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û TEV-DEM′ê tiştekî bingehîn e û da zanîn ku ew ê îsal jî xebatên xwe di vê çarçovê bidomînin.″

Endama koordînasyona Kongreya Star a Kantona Efrînê Zelal Ceger axaftina xwe wiha bi dawî kir: ″Sala 2017′an dê saleke bi xebat, çalakî û projeyan dagirtî be. Ji ber vê yekê divê tevahî jin bi rihê berpirsyariyê bixebitin û ji tecrûbeyên sala borî sûd wergerin, da kêmasiyên li derketine werin derbaskirin.″

(rr/mm)

ANHA

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27