Civak û çand

Şehîd Mizgîn dengeke ku vedenga wê di hunera şoreşgerî de berdewam e

Hozan Mizgîn bi stranên xwe yên nîştimanî û şoreşgerî bû yek ji damezirênerên hunera kurdî ya resen û rêya têkoşîna şoreşgerî, çandî û leşkerî ji bi hezaran jinan re vekir.

Rêwîtiya jinên Kurd bi lehengî û fedekariyan dagirtî ye. Di dîroka Kurdan de gelek jinên şoreşger mîna Rindê Xan, Meryem Xan, Eyşe Şan û Hozan Mizgîn derketin, ku gelek azar û zehmetî kişandin. Lê belê wan serî hilda û heta ku gihîştin armancên xwe li ber xwe dan. Wan mohra xwe li hunerê û stranbêjiya şoreşgerî xist û têkoşîn û şer li kêleka hev bi rêve birin. Şoreşa rizgariya Kurdistanê, di heman demê de şoreşa hunera resen a li dijî siyasetên asîmîlasyonê bû.

Ji wan Şoreşgeran, şehî Gurbet Aydin ku bi “Hozan Mizgîn” tê nasîn e. Hozan Mizgîn sala 1962`an li gundê Bilaydir ê girêdayî Batmanê ya Bakurê Kurdistanê çav li dine vekir. Wê bi rêya fermandar Masûm Korkmaz “Egîd” tevgera rizgariya Kurdistanê nas kir, ku fermandar Egîd jî bi rêya şoreşger Mazlûm Dogan tevger nas kiribû.

Gurbet tevî komeke hevalên xwe li Batmanê tev li tevgerê bû, piştre berê xwe da Akademiya Masûm Korkmaz a li Lubnanê. Li wê derê bi rêber Abdullah Ocalan re civiya û perwerdeya îdeolojî û leşkerî dît.

MIZGÎN..DENGEKÎ BI RUHÊ ŞOREŞGERÎ DAGIRTÎ YE

Mizgîn sala 1983`an li Ewropayê tev li çalakiyên rêxistinî bû, her wiha beşdarî aktîvîteyên çandî û hunerî li Hunerkohê bû û beşdarî damezirandina Koma Berxwedan bû.

Dengê Mizgîn bandoreke mezin li gel kir, her Kurdekî di dengê wê de kurdiyatî û nîtşimanparêzî hîs dikir.

Şehîd Mizgîn bi dengê xwe yê xweş gelek stranên şoreşgerî gotin wekî, Şoreşger/ Welatê min/ Şêrê Kurdan/ Partîzan/ Lo Hevalno/ Delale/ Mele Gazîn.

Gelek stranbêjên Kurd I ser rêya wê meşiyan, ji wan Mizgîn Mehmûd ku navê şehîd Mizgîn li xwe kiriye û dengê wê jî pir nêzî dengê Hozan Mizgîn e.

Mizgîn Mehmûd (40) ji gundê Girbawî yê girêdayî bajarê Qamişlo ye û dayika 3 zarokan e. Mizgîn ji biçûkaniya xwe ve girîngiyê dide huner, mûzîk û stranan. Di 11 saliyê wê de stranên gerlêrî û folklore ku ji birayê xwe guhdarî dike, bala wê dikişînin.

Mizgîn ji ANHA`yê re wiha dibêje: “Dengê şehîd Mizgîn dengekî azîmanî bû. Hestên wê hişt ku ez ji hemû stranên wê hez bikim. Yên xulqkar ne ji rêzê ne û dubare nabin. Di dengê wê de kûrbûn û hêz heye. Dema ez stranên wê dibihîzim, ez azadiyê hîs dikim.”

Di salên 1990`î de, dema ku Mizgîn strana “Mizgîna Leheng” ya hunermend şehîd Serhad li ser hunermend Mizgîn çêkiriye guhdarî dike, hunermend Mizgîn nas dike. Ew pê bandor dibe û meraq dike ku kesayeta wê nas bike, wê demê dest bi lêkolînan dike û stranên wê ezber dike.

Her wiha hunermendên mezin wekî Eyşe Şan ji xwe re pêşng dibîne û êdî stranên wê ezber dike û xwe li ser perwerde dike û hestên xwe bi wan stranan derdixe. Ew heta roja îro jî wê yekê dewam dike.

Mizgîn Mehemûd ji me re wiha dibêje: “Dema ku Navenda Çand û Hunerê li gundê Girbawî sala 2016`an ava dibe, ez tev lê dibim û beşdarî mîhrîcan û çalakiyên hunerî dibim. Ji ber ku dengê min dişibihe dengê şehîd Mizgîn, her tim ji min re dibêjin vedenga dengê wê hîna zindî ye.”

Mizgîn diyar kir ku herî zêde ew di kesayeta şehîd Mizgîn de ji ruhê wê yê tijî hezkirin û fedayî hez dike.

Mizgîn Mehemûd di dawiya axaftina xwe de dibêje: “Şehîd Mizgîn jinek leheng û mezin bû. Rêya têkoşîna şoreşgerî, çandî û leşkerî li pêş min û bi hezaran jinan vekir.”

KOMÊN TAYBET BI JINAN HATIN AVAKIRIN

Hozan Mizgîn bi stranên şoreşgerî û nîştimanî yên ku qeyd kirine bû yek ji damezirênerên destpêkê û rasteqîn ên hunera kurdî ya resen. Wê her tim xwe bi pêş dixistin. Ew hunermend û di heman demê de şoreşger û têkoşera ji bo azadiya jinê ye, wê roleke mezin di belavkirina çanda hunera şoreşgerî de lîst û bû nimûneya jina azad û têkoşer.

Têkoşîna di vê çarçoveyê de, bi Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê re mezintir bû û jinan cihê xwe tê de girt û xwe di qadên çand û hunerê de bi pêş xist.

Gelek saziyên çandî hatin damezirandin û bûn navendên hezkiriyên hunerê. Jinan bi rêjeya zêdetiîr ji sedî 70 cihê xwe di wan saziyan de girt. Her wiha zêdetirî 20 komên jinan ên mûzîk, stran û şanoyê hatin damezirandin. Her wiha amadekarî ji bo vekirina akademiyeke çand û hunerê ya taybet bi jinan, tê kirin.

Ji rêveberiyên Tevgera Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Mihemed şehîd Mizgîn bi bîr anî û wiha got: “Şehîd Mizgîn rê li pêş hemû jinan vekir ku xwe bi pêş bixin û ji bo mafên xwe şer bikin û sere xwe netewînin.”

JI BO MELYONAN BÛN SEMFONÎ

Rûken wiha domand: “Stranên şehîd Mizgîn ji bo melyonan bûn semfonî. Jinên Kurd ku rêya wê şopandin, destanên lehengiyê nivîsandin. Keda wê vala neçû, îro berhemên wê li ser erdê Rojava xuya dibin.”

Rûken destnîşan kir ku stranên şoreşê ku ruhê berxwedan û têkoşînê di nava xwe de dihewînin, ne wekî berê ne û diyar kir ku şoreşa hunerê bi derketina şehîd Mizgîn re destpê kir. Rûken got gelek hunermendên jin di qada hunerê de têkoşiyan wekî Eyşe Şan û Meryem Xan û mîrasê hunera kurdî ya resen ava kirin.

BI DESTEKÎ ÇEK Û BI DESTÊ DIN TEMBÛR, MIZGÎN ŞEHÎD BÛ

Sala 1990`î Hozan Mizgîn berê xwe da çiyayên Kurdistanê û bû fermandara eyaleta Gerzanê. Wê li kêleka pêşxistina hunera şoreşgerî, çalakiyên gel jî bi rêve bir. Piştre berê xwe da Toran a Bakurê Kurdistanê, bi destê çek û bi destê din jî tembûr rakir. Şehîd Mizgîn 11`ê Gulana 1992`an di şerê bi artêşa Tirk re şehîd bû

ANHA

Back to top button