Arşîv

Nexweşxaneya Til Temirê di sibata 2018’an de tê vekirin

Nexweşxaneya Til Temirê wê deriyê xwe di sibata 2018’an de careke din  ji gel re veke.

Di êrîşa terorîsta Kanûna 2015’an de çeteyên DAÎŞ’ê Rexweşxaneya Sûka Hal û Kolana Filestînê ya bajarê Til Temirê yê girêdayî kanotna Hesekê ya herêma Cizîrê bi 3 wesayitên bobebarkirî hedef girtin û di encamê de nexweşxane bi temamî hat rûxandin. Di encama vê êrîşê de bi dehan kesî jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn. Piştî rûxandina nexweşxaneyê Heyva Sor a Kurd û ekîbên nexweşxaneyê xebata xwe li gorî derfetên di destê xwe de bi awayekî din berdewam kirin. Lê piştî bi demekê pewistî pê hat dîtin ku nexweşxaneyek nû bê avakirin û di cotmeha 2016’an de dest bi avakirina nexweşxaneyê hat kirin.

Têkldarî avakirina nexweşxaneyê Endama Komîteya Avakirin û Înşakirina nexweşxaneyê bijîşk Neserîn Dawûd axivî.

Nesrîn Dawûd derbarê xebatên dawî yên avakirina nexwexaniyê de wiha got” ji ber pêwistiya gelê bajarê Til Temir bi nexweşaneyekê hebû,  ev piroje ji aliyê Heyva Sor a Kurd û bi alîkariya Beşa Tendrustiyê ya  Îtaliya yê  ket meriyetê û avakirina nexweşxaneyê di cotmeha 2016’an de hat destpêkirin.”

Nesrînê diyar kir ku beşên cûda  cûda yên nexweşxaneyê hene û di dawiya axafitna xwe de ev tişt got” Di nexweşxaneyê de beşa ji bo nexweşiyên jinan, zarok û ameliyatxane heye. Her wiha di projeya nexweşxaneyê de ji bo razanê jî 6 ode cuda hatine çêkirin. Nexweşxane wê di sibata 2018’an de ji bo gel dest bi xizmetê bike. Em hewl didin ku ji bo gelê xwe xizmeteke baş bikin.

Back to top button