Siyaset

Evîn Başo: Hemleya ‘Bes e ji qirkirina jinan re’ ji bo yekitiya jinên cîhanê gaveke girîng e

Endama Koordîneya Kongra Star a Kantona Hesekê Evîn Başo piştrast kir ku hemleya  "Bes e ji qirkirina jinan re" a ku 74 rêxistinên jinan û bi dehan kesayetên navdar ên cîhanê ragihandiye, gaveke girîng e da ku bigihêjin yekitiya jinên cîhanê.

Rêxistin û kesayetên jin di 10’ê Gulanê de dest bi hemleyek bi navê “Ji bo ku em xwe ji jiyanê re ava bikin, êdî bes e ji qirkirina jinan re” ragihand.

Armanca hemleyê ew e ku têkoşîna li dijî sûcên qetilkirina jinan bilind bikin.

Têkildarî mijarê, Endama Koordîneya Kongra Star a Kantona Hesekê Evîn Başo ji ajansa me re axivî û bal kişand ser xurtkirina yekitî û hevgirtina jinên cîhanê li dijî şîdet û qirkirina jinan. Evîn Başo piştrast kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê gavê ji bo têkbirina şîdeta li dijî jinan, hembêz dikin.

Evîn Başo destnîşan kir ku pergala baviksalar bû sedema tevahî qirkirinên jinan û diyar kir ku ev zîhniyet jinan ku nîv civakê temsîl dikin, paşguh dike.

Evîn Başo da zanîn ku tevahî hewldanên qirkirinê yên li dijî jinan, bûn sedem ku jin ji cewhera xwe ya rêvebirina civakê dûr bikevin, lê belê bi rêya rêxistin û yekitiyên jinan, jinan xwe bi rêxistin kir da ku bigihêjin zanebûna civakî, ji bêdengiyê xelas bibin û mafên xwe yên rewa bi dest bixin.

Evîn Başo anî ziman ku rêxistinên jinan xebatên xwe berdewam dikin heta ku bigihêjin armancên xwe. Evîn Başo piştrast kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya şoreşa xwe û bi baweriya avakirina civakeke azad û demokrat ku bingeha wê jin be, ji nû ve rêveberiya civakê vegerînin ji jinan re.

Evîn Başo got xebatên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê encama berxwedana bi hezaran jinan in, her wiha ev xebat bi ragihandina yekitiya jinên cîhanê dê bi ser bikeve, ji ber ku qirkirin û şîdeta li djî jinan dozeke cîhanî ye. Her wiha ev hemle gaveke girîng e da ku bigihêjin yekitiya jinên cîhanê.

Evîna Başo di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku armanca hemleyê ew e ku jinan bi pêş bixin û tevahî rêbazên qirkirin û şîdeta li dijî jinan tune bikin.

ANHA

 

Back to top button