Arşîv

Kongra Star: Avakirina avahiyên mêtîngeriyê li gundên êzidiyan, qirkirina etnîkî û olî ye

Kongra Star a Herêma Efrînê guhertina demografiyê û avakirina avahiyên mêtîngerî û mizgeftan li gundên êzidiyan ên dagirkirî, şermezar kir û diyar kir ku ew siyaseta qirkirina etnîkî û amadekirina rewşeke nû ye

Bi dehan endamên Kongra Star a Herêma Efrînê li Kampa Berxwedan a girêdayî navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn û dauxyaniyek dan raya giştî. Beşdaran alên Kongra Star, wêneyên gundê Şadêrê yê êzidî yê kantona Efrînê ya dagirkirî rakirin.

Endama Kongra Star Elîf Şêx Mihemed û hevseroka Meclisa navçeya Til Rifetê Leyla Osman, daxuyanî bi zimanên erebî û kurdî xwendin.

Di daxuyaniya Kongra Star de wiha hate gotin: “Hîna siyasetên dewleta Tirk û welatên piştgiriya wê dikin ên dagirkirina herêman û qirkirina pêkhateyan û siyasetên tirkkirin û erebkirinê ji bo guhertina demografiya Efrînê û amadekirina atmosferê ji bo rewşeke nû dewam dikin. Ew yek bi rêya avakirina avahiyên mêtîngeriyê û avakirina mizgeftan li hemû gundan û bi taybetî li gundên êzidiyan, siyaseta qirkirina etnîkî li dijî Kurdan û bi taybet civaka Êzidî pêk tê. Bi taybetî li gundê Şêdarê ev yek bi rêya avakirina mizgeftan û ezberekirina quranê û ferzkirina lixwekirina cilên DAIŞ`ê li jinên gund, her wiha bi rêya bicihkirina şêniyên ne rewa li herêmê pêk tê. Civaka navneteweyî li hemberî van kiryarên dermirovî, hovane û derexlaqî, bêdengiya xwe diparêze.”

Di daxuyaniyê de bi navê jinên Efrînê yên koçber, guhertina demografiyê, siyasetên tunekirinê û qirkirinê li dijî gelên herêmê hatin şermezarkirin û wiha bi dawî bû: “Em soza xwe ya bilindkirina têkoşînê û şopandina rêya şehîdên azadiyê heta rizgarkirina Efrînê û hemû herêmên dagirkirî, nû dikin.”

ANHA

Back to top button