Siyaset

‘Gerîla wê bi ser kevin, ji ber ku parastina gel û hebûna xwe dikin’

Endamên rêveber ên Kongra Star a herêma Firatê diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê komployeke navneteweyî û  gotin divê her kes li derdora gerîla kom bibin.

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ku ji 23’yê Nîsana borî ve daya destpêkirin didomîne. Li hemberî van êrişan berxwedaneke lehengî ji aliyê gerîlayan ve tê raberkirin.

‛DIVÊ GEL LI DORA GERÎLA BICIVIN

Endama rêveber a Mala Jinan a herêma Firatê Sultane Hemdî axivî û diyar kir ku armanc ji êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bicihanîna xewna Osmanî û serweriya li vîna gelên herêmê yên azadîxwaz e. Her wiha destnîşan kir ku li hember van êrişan berxwedaneke lehengî ya gerîlayan heye û ew bawer in dê dewleta Tirk a dagirker mîna li Garê têkçûye, vê carê jî têk biçe.

Sultane Hemdî êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi komployeke nû bi nav kir û wiha domand: “Ev êriş komployeke navneteweyî ya nû ye, mîna komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e û berdewama êrişên li dijî herêmên Rojava û dagirkirina hin parçeyên wê ye. Lê belê dagirkeriyê rojekê jî nikarî vîna gelê Kurd ku hêza xwe ji lehengên li ser çiyan werdigirin bişikîne.”

Sultane Hemdî banga kombûna li derdora gerîlayan kir û got “Em di wê baweriyê de ne ku dê gerîla bi ser kevin, ji ber ku parastina hebûna gelê Kurd dikin. Banga min li gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê li dora gerîla bicivin, ji ber ku hêviya rizgarkirina ji zulm û destpotiya bi salan li ser me dimeşe, ye.”

‛DEWLETA TIRK HEWL DIDE BINKETINA OSMANIYAN BI QEZENCKIRINÊ VEGERÎNE’

Berdevka Akademiya Perwerdê ya Kongreya Star a herêma Firatê Şevîn Gulagasî wiha got: “Ji ber ku kurdek banga azadiyê dike, dewleta Tirk a dagirker gef û êrişên xwe ranawestîne û armanca wê ji êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê vekirina rê li pêş dagirkirina herêmên dîtir ên çiyayên Kurdistanê ye.”

Şevîn Gulagasî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide binektina pêşiyên xwe yên Osmanî di gihantina Hewlêr û Kerkûkê de bi qezenckirinê vegerîne û hewl dide Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê dagir bike, da ku armanca xwe ya projeyên qirkirinê yên li dijî gelên herêmê pêk bîne. Her wiha got: ” Lê belê ev yek ne pêkan e, ji ber ku gerîla hene ji bo têkbirina van planan canê xwe didin.”

Şevîn Gulagasî wiha gotina xwe bi dawî kir: “Tevahî herêmê ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve armanckirî ne, bi taybt herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ev yek jî bi rêya topbarana li dijî malên sivîlan bi balafirên bêpîlot eşkere bûn, her wiha êrişa dawî ya li dijî mala ku rêber Abdullah Ocalan jî lê dima eşkere bû. Bi wê re zihniyeta dewleta Tirk ku heman zihniyeta Osmaniya kevn e zelal dibe.”

ANHA

Back to top button