Siyaset

Jinên Ereb: Felsefeya rêber Ocalan mezintirîn diyarî ye

Jinên ji pêkhateya Ereb fikirên rêber Abdullah Ocalan wek mezintirîn diyariya ji jinan re û derfetekê bi nav kirin.

Dewleta Tirk a dagirker hîn jî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan berdewam dike.

Jinên herêmên Reqa, Tebqa û Dêrazorê tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir û diyar kir ku fikirên rêber Abdullah Ocalan wekî zayîneke nû ye ji bo jinan û gelên bindest.

Endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Îtîmad El-Ehmed axivî: “Ev jî hewldanên dewleta Tirk ê têkbirina fikira azad ê ku rêber Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye ku ji bo jinên têkoşer û gelê bindest projeyek e da ku jiyaneke azad û birûmet bidomînin. Şoreş fikir e û fikir jî namire, berovajî vê hîn zêdetir israr û baweriya bi vîn û têkoşînê çêdibe.”

Îtîmad El-Ehmed di berdewama gotina xwe de ev xal rêz kirin: “Fikirên rêber Abdullah Ocalan ne ji bo beşeê yan jî çîneke civakê ne, lê belê ji bo gelê cîhanî bi giştî ne. Rêber Ocalan di nava nameyên xwe de girîngî da jinan.”

Endama Komîteya Lihevanînê ya Rêveberiya Jinan Emîne Hemdan got: “Rêber Abdullah Ocalan li gel desthilata Tirk girtî ye, lê belê fikirên wî azad in, rastiya belavbûna fikirên wî rê li pêşiya fedakariya jinan ava kir û gihîşt serkeftinê.”

Emîne destnîşan kir ku fikirên rêber Abdullah Ocalan modela jiyana hevbeş a civakê ye, dewleta Tirk bi ferzkirina tecrîdê dixwaze vê berxwedanê têk bibe, lê belê ew ê tu carî xwe radest nekin û vîna wan dê tevahiya planan têk bibe.

ÇALAKIYÊN ME BERDEWAM IN

Endama Rêveberiya Jinan a Dêrazorê Hiyam El-Ehmed axivî û ev nirxand kir: “Em îro bi şerê cîhanê yê sêyemîn re rû bi rû ne ku tê de Tirkiye şerê fikirên rêber Abdullah Ocalan dike. Di heman demê de bi rêya şerê xwe û bi piştgiriya gelek dewletan, belavkirina fikirên wî qedexe dike. Her wiha fikirên Ocalan zayîneke nû ye.”

Hiyam El-Ehmed da zanîn ku Rêveberiya Xweser encama têkoşîna jinan a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye meşandin, her wiha hewldanên wan ên pêkanîna fikirê Rêber Abdullah Ocalan ê azad e.

Li aliyekî din jî endama Rêveberiya Jinan a Tebqayê Wella El-Nacî got: “Bi naskirina projeya neteweya demokratîk û fikirê rêber Abdullah Ocalan re derfet ji jinan re çêbû ku bi azadî nêrîna xwe bibêje û xwe bide nas kirin. Her wiha di avakirina biryarê de hevkar be, cihê xwe di hevserokatiyê de bigire, biryardar be û ji aliyê siyasî, aborî û civakî ve beşdarî avakirina rêveberiyê bibe.”

Wella projeya neteweya demokratîk wekî  mezintirîn diyariya rêber Abdullah Ocalan a ji jin û ciwanan re bi nav kir û ev şîrove kir:”Projeyeke li ser bingeha hêzê hatiye avakirin û rêbertî bi fikirê xwe cewherê jin û rastiya wan derxist holê.”

Wella destnîşan kir îro fikirê rêber Abdullah Ocalan û teşwîqkirina wî ya ji jinan re û baweriya wî ya doza wê di heman demê çareseriya ji bo avakirina civaka demokratîk û ekolojîk exlaqî û azad e û ev xal lê zêde kir: “Destkeftiyên ku jinan di çarçoveya projeya demokratîk bi dest xistin, derfeteke zêrîn e ku tu tişt cihê wê nagire, ji lew re divê em parastina wan bikin û fikrê wî bişopînin.”

Wellah El-Nacî got serkeftina jinan tê wateya serkeftina civakê û wekî ku rêber Abdullah Ocalan gotiye “Ger te mêrek azad kir te ferdek azad kir, lê ger te jinek azad kir te civaka tevde azad kir.”

ANHA

Back to top button