Siyaset

Hiqûqnas: Dewleta Tirk bi qutkirina avê qanûnên navneteweyî bin pê dike

Hiqûqnas Beşîra Cemaledîn got, dewleta Tirk bi qutkirina avê bi çarenûsa bi milyonan mirov dilîze. Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî kir ku destwerdanê bike û dawî li sûcên dewleta Tirk bîne.

Ji destpêka dagirkirina Serêkaniyê ve di Cotmeha 2019`an de, dewleta Tirk ava stasyona Elok li ser şêniyên kantona Hesekê qut dike.

Stasyona Elok ava vexwarinê dide derdora milyon mirovên li navenda bajarê Hesekê, navçeyên wê Til Temir, Hol, Şedadê, Erşîa û Mergeda û kampên Erîşa Hol, Waşûkanî û Serêkaniyê.

Dewleta Tirk a dagirker ji 27`ê Çileyê borî ve rêjeya ava çemê Firatê ku ber bi xaka Sûriyê ve diherike ji 500 mîtrekab di saniyekê de daxist 200 mîtrekab di saniyekê de, ji ber vê yekê jî rêjeya avê kêm bûye û bûye mîna çiraveke mezin ku dibe sedema belavbûna nexweşiyan.

Hevseroka Yekitiya Parêzeran şaxê Hesekê hiqûqnas Beşîra Cemaledîn got, dewleta Tirk a dagirker piştî ku gelek bajarên Sûriyê dagir kirin, çekekî din li dijî pêkhateyên herêmê bi kar tîne, ev çek jî qutkirina avê ye.

Beşîra Cemaledîn diyar kir ku av dozeke stratejîke ji ber ku jêdera sereke ya çandinî û jiyanê ye.

Beşîra destnîşan kir ku doza qutkirina avê li ser Sûriyê û Iraqê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve encam û bandorên wê yên pir xirab hene û bi bîr xist ku Sûriyê û dewleta Tirk di 1987`an peyanek îmze kir ku ava Firatê derbasî xaka Sûriyê û heta Iraqê bibe.

Beşîra da zanîn dema ku herkîna çem di dewletekê tenê de derbas bibe, wê demê çem hundirîn û di bin serweriya wê dewletê de ye û wiha got: “Lê çemê Firatê ji xaka Tirkiyê derdikeve û derbasî Sûriyê û Iraqê dibe û ev jî ji çemê derve ye û di bin serweriya 3 dewletan de ye.”

Beşîra Cemaledîn diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya qutkirina ava çemê Firatê û qutkirina ava stasyona Elok bi çarenûsa mirovan dilîze û bi qutkirina avê re rewşa civakê xirab dibe.

Hiqûqnas Beşîra Cemaledîn bi bîr xist ku NY`yê bi derxistina qanûna 1997`an diyar dike av milkê dewletên ku têre derbas dibe, ev qanûn ji aliyê 103 dewletan ve hate erêkirin, lê Tirk û Çînê ve di wê demê de ev qanûn asteng kir.

Beşîra Cemaledîn destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji destpêka ku bajarê Serêkaniyê dagir kiriye ve, 17 caran av ji ser Hesekê û gundewarên wê qut kiriye.

Hevseroka Yekitiya Parêzeran şaxê Hesekê hiqûqnas Beşîra Cemaledîn di dawiya axaftina xwe de bag li rêxistinên mirovî û navneteweyî kir ku destwerdanê bike û sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne û zextê lê bike da ku pirsgirêka avê li herêmê, çareser bike.

ANHA

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27