Siyaset

Meclisa Jinan nerazîbûn nîşanî guhertina demografî ya li Efrînê da

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeya avahiyên mêtîngeriyê ku dewleta Tirk bi desteka komeleyên qeterî, kuwetî û Ewropî li gundên kantona Efrînê pêk tîne şermezar kir û bi karekî “Ne mirovî” bi nav kir.

Dewleta Tirk a dagirker piştî ku kantona Efrînê dagir kir, dest bi avakirina avahiyên mêtîngeriyê li gundê Şadîra yê navçeya Şêrawa ya êzidiyan kir da ku malbatên çeteyan û yên Fililstînê lê bi cih bike.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşanî vê yekê da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Dewleta Tirk projeya xwe ya firehbûn û dagirkirina herêmê didomîne, di vê çarçoveyê de projeyê avakirina avahiyên mêtîngeriyê bi awayekî plankirî pêk tîne. Armanc ji vê yekê demografiya herêmên Sûriyê ku dagirkirine, bi taybet Efrînê biguhere. Li aliyekî din ji zêdetirî 3 salan ve kiryarên herî hovane li dijî niştecihên resen, ji qetilkirin, revandin, talankirin, girtin, bi taybet sûcên li dij jian pêk tîne, da ku wan koçber bike.

Dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê rastiya herêmê diguherin, nasnameya kurdî betal kir, zimanê tirkî ferz kir û meteryalên ku xwe dispêre îdeolojiya tundraw ya olî derbasî dibistanan kirine, her wiha cihên dîrokî, mezargehên êzidiyan hilweşandin, bi vê yekê tevahî qanûnên navneteweyî yên têkildarî girîngiya rêzgirtina ji ol, bawerî û hebûna komên mirovî li herêmên niştecihbûna xwe bin pê dike.

Di demên dawî de Rêxistina Ayadî Beyda ku desteka xwe ji îstîxbarata Tirkiyê werdigire porojeyeke nû ya niştecihbûnê li herêmê pêk anî, li gundê Şadîra yê êzidiyan 96 avahiyan ava dike da ku malbatên komên li herêmê serwer in lê bi cih bike, lê piraniya niştecihên resen li kampên koçberiyê yên li Şehba û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn.

Ya balkêş û cihê mixabiniyê ew e ku Neteweyên Yekbûyî finanseyê sereke yê vê rêxistinê ye. Di demên dawî de Neteweyên Yekbûyî tevî ku rastiya vê rêxistinê dizane 7 mîlyon dolar da ji bo ku projeyan li bakurê Sûriyê pêk bînin. Her wiha zêdetirkî 45 komeleyên din destekê didin vê projeyê. Tevî ku niştecihên gundê Êzidî ne, mizgefteke li gund ava kirine  û zarokên êzidî bi darê zorê dişînin dibistanan û dersên li ser çanda tundraw bi zimanê tirkî  nîşanî wan didin. Raporên belgekirin ên ji aliyê rêxistinên herêmî ve hatine amadekirin vê yekê piştrast dikin.

Em Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê projeyê şermezar dikin, ev proje bi tu awayan ne karekî mirovî û sivîl e. Em kiryarên domdar ên li dijî jinên li Efîrnê şermezar dikin.

Her wiha em bang li civaka navneteweyî û tevahî rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku projeya xwe ya mêtîngeriyê rawestîne. Her wiha em bang li Desteya Neteweyên Yekbûyî dikin ku berpirsyartiyên xwe yên qanûnî û exlaqî bi cih bînin û destekdayîna bi vê rêxistina bi guman û aliyên dîtir ên ku piştevaniya binpêkirinên qanûnîn û mirovî li herêmên dagirkirî yên Sûriyê re dikin re rawestîne.

Desteya navneteweyê rêgezên mafên mirovan dane, jê tê xwestin ku van mafan biparêzên û aliyên ku wan bin pê dikin muhasebe bikin û sewqî edaletê bikin, ji ber sûcên şer û sûcên der mirovî pêk tînin.

Durûtiya Desteya Neteweyên Yekbûyî bi dozên mafên mirovan li cîhanê ji bo tevahî nirxên mirovî û exlaqî xeterî ye.”

ANHA

Back to top button