Siyaset

Jinên Dêrazorê: Em felsefeya rêber di mêjiyê xwe de dinivîsin

Jinên gundewarên rojhilatê Dêrazorê tekezî li ser şopandina felsefeya rêber kir û diyar kir ku bi saya wî jinan di hemû aliyan de destkeftiyên mezin bi dest xistin.

Endama Komîteya Jinan a meclisê Henan El-Dûrî got, piştî rizgarkirina herêmê jin beşdarî hemû aliyên civakî, aborî, siyasî û leşkerî bûn, ev jî bi saya fikirên rêber  bû.

Henan El-Dûrî behsa tecrîda li ser rêber  kir û diyar kir ku ew dîl girtin da ku fikirên wî dorpêç bikin, ji ber maf da jinan ku bi xwe biryaran bide û ev jî ne li gorî dewleta Tirk û sîstemên wê yên desthilatdarî ye ku bi awayekî neqanûnî dixebitin.

Henan wiha domand: “Rêber Abdullah Ocalan fikirên xwe ne tenê da beşekê yan jî neteweyekê lê belê da hemû pêkhateyan bi taybt jinan bi rêya peyam, pirtûk û parêzname û ji ber wê em fikirên wî di mêjiyê xwe de dinivîsin da ku bi rêya wî tê bikoşin.”

Henan El-Dûrî di dawiyê de behsa projeya neteweya demokratîk kir ku armanca wê wekhevî û jiyana hevbeş e.

Bi destpêkirina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ku bi navê Şoreşa Rojava hate naskirin, jinên Ereb fikirên rêber Ocalan nas kirin û ji xwe re kirin bingeh da ku mafên xwe bi kar bîne.

Endama Meclisa Sivîl Şeyma El-Keram jî ev tişt anî ziman: “Girêdayî mafên jinan û mirovan cîhan di nava rewşeke tevlihev de dijî. Komployeke navneteweyî bi awayekî veşartî li dijî her kesî ku banga azadiya gelan û wekheviya di navbera jin û mêran de dike, tê kirin. Ji ber vê yekê jî rêber Abdullah Ocalan dîl hate girtin.”

Şeyma El-Keram got dê şopdarên rêya Abdullah Ocalan bin û destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan ku herî zêde hişt jin cewhera xwe ya rast û hêza xwe nas bike, armanca wî zanebûn û pêşketin e û tevî ku di girtîgeha Îmraliyê de ye lê ew ji bo gel tê dikoşe. Şeyma di dawiyê de banga rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan kir.

ANHA  

 

Back to top button