Civak û çand

Jiyana şehîdên destpêkê yên YPJ’ê bû pirtûk û fîlm

Piştî 8 salan ji şehadeta şehîdên YPJ'ê yên destpêkê şehîd Silava û şehîd Bêrîvan, berxwedana wan bû pirtûk û niha jî dibe fîlm.

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku li dijî her cure dagirkerî û qirkirinan ava bû, beriya 8 salan li dijî dagirkerî û faşîzmê şehîdên xwe yên pêşîn dan.

Nivîskar Gayle Tzemach Lemmon YPJ’ê wek artêşa azadiya jinan û şehîd Silava û şehîd Bêrîvan jî wek jinên ku dîrok guherand, bi nav dike.

Beriya niha bi 8 salan YPJ hate avakirin ku hingê dixwestin Rojhilata Navîn bixin nava tarîtiya Serdema Navîn û jinan pêşengî ji şerê li dijî wê tariyê re kir.  Tevî ku navê Yekîneyên Parastina Jinê lê hat kirin jî bi demê re mezin bû û bû artêş. Jinan di eniyên herî pêş ên şer de çeteyên DAIŞ’ê têk birin.

Şehîdên destpêkê yên YPJ’ê Silava Efrîn (Meryem Mihemed) û Bêrîvan Qelender (Xemgîn Nûcan) beriya 8 salan li Efrînê dema li dijî dagirkeran li ber xwe dida, şehîd bûn. Li cihê ku lê ketin, jiyaneke nû aj da û her ku çû gur û geş bû.

Di pirtûk, fîlm, helbest, stranan de jiyana û têkoşîna wan hate vegotin. Navên wan hatin nivîsandin, xwendin û nemirkirin.

BERXWEDANA WAN BÛ PIRTÛK

Di nav wan kesan de ku ev berxwedan xistiye nava rûpelên pirtûkan, nivîskara pirtûka “Keçên Kobanê” Gayle Tzemach Lemmon jî heye.  Gayle Tzemach Lemmon ku tê û berxwedana jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibîne û bandora berxwedanyê ya li ser wê, dibe sedema nivîsandina pirtûkê.

Gayle di pirtûkên xwe de qala berxwedana jinan dike û têkildarî vê yekê dibêje: “Ez bi nav civakên jinan de ku kêm dihatin dîtin, mezin bûm û min di nav wan de wext derbas kir. Vê yekê ji bo nivîsandina pirtûkan îlham da min. Min her tim çîrokên qehremanî, hezkirin, wêrekî û hezkirinê ku cîhan hîna bi wan nizane, nivîsandine. Bê guman pirtûka ‘Keçên Kobanê’ jî yek ji wan bû.”

‘KEÇÊN KOBANÊ’ JI BO MIN PEYWIREK BÛ’

Gayle dibêje pirtûka ‘Keçên Kobanê’ nîşan dide bê ka jinên li dijî DAIŞ’ê şer dikin, wekheviya zayendan ku hema hema weke utopya tê dîtin, çawa jiyanî kiriye.  Gayle got, gelek jin ji vê berxwedanê ne agahdar in û wiha diaxive: “Gelek kesên li Amerîkayê û bê guman li cîhanê di şerê li dijî DAIŞ’ê de bi rola pêşeng a jinan nizanin. Ji bo min gelekî girîng bû ku xwendevanên li Amerîka û cîhanê pê bihesin. Wezîfeya min bû ku ez ji wan re bibêjim ev jin kî ne, çawa li dijî DAIŞ’ê şer kirin, çawa fedakarî kirin, bi fedakarî çawa tê koşiyan da ku cîhanê bikin cihekî ewletir û jîndar. Ev pirtûk çîroka hevaltî, biratî, xwişkatî, dostanî û siyasete vedibêje. Çîroka jinên li qadên şer e ku baweriya wan a bi aştiyê tu carî kêm nabe.”

Gayle têkildarî şehîd Silava û şehîd Bêrîvan jî dibêje: “Min dixwest guhdar û xwendevanên ku tu carî ev jin nas nekirine, bi taybetî jî yên ku dîrok guherandiye, bi hemû aliyên xwe ve wan fêm bikin, bizanin çi qas henekbaz bûne, çiqas bêtirs in, wêrek in, çawa ji wan hez dikin û hevaltiyên wan ên çawa hene. Parvekirina çîrokên wan ji bo min serfiraziyeke mezin e.”

 ‘DAXUYANIYA YPJ’Ê JI BO MIN PIR GIRÎNG E’

Têkildarî çêkirina fîlmê Gayle got daxuyaniyeke YPJ’ê ya têkildarî wê dê gelekî girîng be û wiha lê zêde kir: “Mirov dê li wê derê li hemberî jiyan, zext, tevlihevî û hemû zehmetiyan fêrî helwestên mîzahî yên jinan bibin. Ez dixwazim hemû kesên li Amerîkayê dema xwe bi van kesan re anku bi Rojda, Ezîma, Newroz û Narînan re derbas bikin ku şansê min çêbû ku wan bibînim.

Min bi wan re gelek tecrube dîtin û parve kirin. Spasiya wan dikim. Ji hemû mirovên leheng ên li wê derê re hêviya herî baş dixwazim, ku ji bo nifşên pêşerojê pêşerojeke baştir misoger bikin, her roj bi dil û can dixebitin.”

ANHA

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27