Gotar û hevpeyvînSiyaset

Remziye Mihemed: Têkoşîna me ya li dijî siyasetên qirkirina jinan berdewam e

Berdevka Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku ew ê piştgiriyê bidin kampanyaya li dijî siyasetên qirkirina jinan û erka eşkerekirina binpêkirinên li dijî jinan hilgirtin ser xwe. Her wiha got: ''Li hemberî van sûcan têkoşîneke xurttir pêwîst e.''

Ofîsa Ragihandinê ya Rêxistina Têkiliyên Derve ya Jinên Kurd (REPAK), Başûrê Kurdistanê û Kongra Star jî di nav de 73 rêxistinên jin û 181 kesayetên jin li dijî siyasetên qirkirina jinan kampanyayeke têkoşînê ya global dan destpêkirin. Kampaniya bi diruşma “Ji bo jiyan, edalet û têkoşîna bidestxistina azadiyê, em tevna parastinê birêsin û qirkirina jinê ya siyasî rawestînin!” hate ragihand.

Berdevka Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Remziye Mihemed diyar kir ku ji ber tundî, siyasetên qirkirin û êrişên domdar ên li ser jinan, qetilkirin û destdirêj, bi taybet sûcên li dijî jinên siyasetmedar û çalakvan ev kampaniya hate destpêkirin.

Remziye Mihemed got, rejîmên kapîtalîst ên xwedî desthilata baviksalarî ku hegamoniya xwe li ser cîhanê dikin, jinên siyasetmedar û çalakvan dikin armanc, îsbata vê yekê jî hedefkirina jinên siyasetmedar ên kurd e yên ku ji bo azadiya jinan û civakê tê dikoşin.

Remziye Mihemed destnîşan kir ku Kongra Star ji dema ku hatiye damezirandin ve di 2005’an ve çalakiyên xwe yên girêdayî jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî Sûriyê didomîne û ji rêxistina yekemîn a jinan ku bû hedef. Remziya wiha pê de çû: “Gelek endamên Koordînasyona Kongra Star ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê û şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin, ji wan Zehra Berkel, Hebûn Mela Xelîl, Yadê Eqîde û Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef, her wiha her du endamên saziyên Rêveberiya Xweser Hind û Seide.”

Remziye Mihemed da zanîn ku li hemberî van sûcan têkoşîneke xurttir û çalakiyên berfirehtên tên xwestin û got: “Ji wê zêdetir divê dadgeheke navneteweyî were darizandin da ku sûcdaran muhasebe bike û rê li ber binpêkirinên ku li dijî têne kirin bigire. Divê dagirkeriyê rawestîne ji ber ku sedema sereke ya domandina binpêkirinan çi li dijî jinan an li dijî civakê be ye. Ji lew re divê helwesteke cidî were nîşandan, ew jî dê bi rêya xurtkirina têkoşîna ji bo bidestxistina azadiya jinan û têkbirina dagirkeriyê, pêk were.

Kampaniya ji 3 armancên; demkurt, navîn û demdirêj pêk tê. Li gorî armanca demkurt; 4 panelên ji bo danasîna kampanyayê dê werin lidarxistin, armanca navîn ji xebata li ser avakirina zemînekê ji bo komkirina agahiyan li ser gelek mijaran e, mîna planên qirkirina li dijî jinên pêşeng ji salên 2000 heta niha ve û tomarkirina tevahî agahiyan pêk te. Li gorî armanca demdirêj, dê xebat li ser avakirina dadgeheke altarnatîf bi jinan were kirin ku sûcdar werin muhasebekirin û siyasetên qirkirinê li dijî jinan werin bidawîkirin.

AMADEKIRINA SICIL Û BELGEYAN

Remziye Mihemed diyar kir ku ew di Kongra Star de dê piştevaniya kampanyayê bikin û plansaziyên dempêş deynin û wiha got: “Gelek belge li gel me hene da ku di dadgehên navneteweyî de werin eşkerekirin. Ev belge girêdayî dozên qetilkirina jinên çalakger û siyasetmdaran e. Em niha amadekariya tomarkirina sûcên ku li herêmên dagirkirî li dijî jinan pêk hatine,  jinên siyasetmedar û pêşeng dikin. Ev çalakî dê heta têkbirina dagirkeriyê berdewam bidome.”

Remziye Mihemed wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çalakiyên jinan ên li qadan berdewam in, da ku dengê xwe bigihînin raya giştî, bi hêvî ne ku civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî û hiqûqî sînorekî ji sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jin û zaroakn re deynin. Hedefgirtina jinan ji hêla dewleta Tirk ve hedefgiritina tevahî civakê û têkbirina vîna wan e. Em jin di têkoşîna li hember dagirkerî, siyasetên qirkirin û tundiya li dijî jinan de berdewam in.”

Remziye Mihemed bang li tevahî rêxistin û saziyên jinan kir ku tev li kampanyayê bibin û wiha axivî: “Siyaseta qirkirinê ya ku li dijî jinan tê meşandin ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, lê belê li Tirkiyê jî jin têneqetilkirin û tundî li dijî wan têne meşandin, di heman demê de li tevahî dewletên cîhanê jî tê meşandin. Ji lew re divê rêxistinên jinan, mirovî û hiqûqî hevgirtî bin.”

Berdevka Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Remziye Mihemed wiha gotina xwe bi dawî kir: “Çalakî û kampaniya berdewam in, dê bi awayekî aktîf bibe piştevanê sînordarkirina sûc û siyasetên qirkirinê yên li dijî jinan û bi wê re asta têkoşîn û berxwedanê bilind dibe.”

ANHA

Back to top button