LêkolînSiyaset

Li Reqayê komxebata “Parve bike”

Meclisa Jinan a Sûriyê komxebatek bi navê "Parve bike" li dar xist. Beşdarên komxebatê bal kişandin ser pêwîstiya diyalogên rasteqîn da ku beşdarbûna jinan di çareserkirina aloziya Sûriyê de xurt bike.

Komxebat li navenda Meclisa Jinan a Sûriyê ya li bajarê Reqayê bi beşdariya gelek kesayetên jin ên serbixwe, çalakger û hiqûqnas li dar ket. Endama rêveber a Meclisa Jinan a Sûriyê Şemsa Sîno komxebat bi rê ve bir.

Li aliyekî din jî endama Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Umer wiha got: “Diyalog rêbazeke şareza ye û zimanê aştî û aramiyê ye.”

Der heqê redkirina hikumeta Şamê ya rûniştina ser li ser maseya diyalogê bi MSD’ê re Îlham Umer wiha domand: “Hikumeta Şamê aliyên din qebûl nake, şerên ku li Sûriyê rû dide encamên vê yekê.”

Îlham Umer bal kişand li ser girîngiya diyalogên rasteqîn ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û got: “Divê tevahî jin li ser asta erebî bi awayekî aktîf beşdarî pêkanîna aştiyê bibin.”

‛ DOZA BEŞDARIYA JINAN DÊ EWLEHIYÊ PÊK TÎNE’

Girêdayî mijarê, endama MSD’ê Nesra Ebake axivî û wiha got: “Li piranî dewletan guhartin û veguhartinên siyasî yên bi lez çêbûn û gelek pêşketin pêk hat, da ku aramî û ewlehiyê dabîn bike. Her wiha doza beşdarbûnajinan di danûstandinên aştiyê de tê pêşniyarkirinê û girîngî ji bo beşdariya jinan di xebata aştiyane û misogeriya aktîfkirina beşdariya wê li gelek aliyan de heye, ew jî dihêle zanabûna jinan û çawaniya pêşxistina karînên wê di danûstandinan de xurtir bibe.”

‛ZIMNAÊ DIYALOGÊ BI PÊŞKÊŞKIRINA FIKIR Û PEVGUHARTINA NÊRÎNAN DURIST E ’

Têkildarî astengiyên ku dibe ku li pêşberî jinên Sûriyê ji ber cudabûna tevlêbûnên wan derkeve, heke biryar da ku li ser maseya diyalogê bicivin, endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Cûlya Kirdo da zanîn ku pêwîstî bi beşdariya jinan di diyalogê de heye.

Li ser heman mijarê, endama Meclisa Jinan a Sûriyê Sûad El-Kirdî wiha got .”Hin tecrûbeyên zindî û rasteqînî li herêmên me der barê cudabûna beşdariya jinan di avakirina aştiyê de hene û ew jî dihêle ku heman rêbaza aktîf di pêşkêşkirina fikir û qebûlkirina hev û din de pêk bînin.”

Di komxebatê de gelek nêrînên din hatin parvekirin.

ANHA

Back to top button