Arşîv

Jin Divê li dijî êrîşên Efrînê rihê yekitiyê bê avakirin

Jinan diyar kir ku êrîşa TSK û OSO ya li dijî Efrînê wê di navbera gelan de bibe sedama parçebûnê û diyar kirin ku li dijî êrîşan divê rihê yekitiyê bê avakirin.

Bi daxwiyaniya serokê Giştî yê AKP’ê Tayyip Erdogan re ku got êrîşa li dijî Efrînê bi awayekî fîlî dest pê kiriye re, di êrîşên hewayî de yek jê zarok 10 kesî jiyana xwe ji dest da û pêşveçûna OSO’yê ya ji bejayî ve jî ji aliyê hêzên YPG û YPJ’ê ve tê çewisandn. Li cihên ku lê dimînin daketin qadan û êrîşa dagirkirinê protesto dikin.  Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bertek nîşanî dagirkirina Efrînê da û got Efrîn ne tenê ye.

‘Tirkiye bi agir dilîze’

Leylayê bi lêv kir ku Tirkiye bi rastî bi agir dilîze û ev tişt vegot: “Bila Tirkiye bizani be ku Efrîn ne tenê ye. Em îro dizanin ku li dijî Efrînê êrîş pêk tê. Ev êrîş bi destûra Rusyayê pêk hatiye. Em temaşekirina Rûsyayê jî û Amerîkayê şermezar dikin. Ji xwe Kurdek li ku hebe Tirkiye êrîş dike. Em ê jî bi rihê Kobanê xwedî li Efrînê derkevin. Serkeftin wê her tim a gelê Kurd be.”

‘Em bang li hemû gelan dikin ku li dijî şer bisekinin’

Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez bi lêv kir ku êrîş li dijî gelê Kurd pêk hatiye û êrîş bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êrîş wê nefret û kîna di navbera gelan de kûrtir bike. Şerê rojhilata navîn tenê ji bo hêzên emperyal bi fêde ye.  Wê herî zêde gelê Kurd û Tirk êşê bikşîne. Divê her kesên dibêje ez demokrat û mirov im li dijî vî şerî bisekine. Ev wê şerê Sûriyeyê ku 7 sal in berdewam dike kûrtir bike.”

Seroka ÎHD’A Meletiyê Gonul Ozturkoglu jî  destnîşan kir ku êrîşa hatiye kirin nîşaneya rûyê kujer ê dewletê ye û got ev helwesta Tirkiyeyê wê herî zêde bi Tirkiyeyê bide wenda kirin û got: “Dewlet xwedî zîhniyeteke kujer e. AKP di demên dawî de bi aşkere rûyê xwe yê kujer nîşan dide. Ev êrîş ji zîhniyeta DAÎŞ’ê xwedî dibin. Em bi rastiya dewleteke ku gelê sivîl qetil dike re rû bi rû ne. Ez bang li hemû kesên xwedî wijdan dikim ku xwedî li Efrînê derkevin.”

‘Kujer wê hesab bidin gel’

Sekretera Şaxa Egîtîm Sen a Meletiyê Nuriye Yilmaz jî daxuyakirin ku êrîşên hatine kirin ji zîhniyet kujer xwedî dibe û got her kesê bûye hevkarê êrîşa Efrînê wê hesab bidin gel. Her wiha bi lêv kir ku divê li dijî êrîşê rihê yekitiyê ava bibe.

Back to top button