Siyaset

Divê kiryarên der heqê jinan de, di rojeva hemû rêxistinên jinan ên cîhanî de bin”

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Lîlav Hisên sûcên dewleta tirk a dagirker der heqê jinên li herêmên dagirkirî de pêk tîne nirxand û daxwaz kir komîteyeke navdewletî hiqûqî derbasî herêmên dagirkirî bibe, rewşa jinan bişopîne û kiryarên dagirkeran belge bike.

Piştî dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve bi hevkariya Rûsiya, Emerîka û rejîma Sûriyeyê, rewşa jinan ber bi xerabûnê ve çûye. Jinan qetil dikin, direvînin di heman wextê de jî gelek ji dayikên temenê wan mezin di girtîgehan de ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest dane. Sala borî NY’yê bi daxuyaniyek diyar kir ku li herêmên dagirkirî kiryar hene lê diyar nekir sûcdar kî ne û çawa tên kirin. Roj bi roj kiryarên leşkerên dewleta tirk û çeteyên wê zêdetir dibin lê ev yek rastî bêdengiyeke navneteweyî tê. Ev yek xeteriyeke pir mezin li ser nasnameya wan herêman e û bi taybetî jinan ava dike. Têkildarî vê mijarê Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Lîlav Hisên nirxandin kir û ji me re parve kir.
“Bêdengiya cîhanê, hêzê dide dagirkeran”
Lîlav wiha dest bi axaftina xwe kir: “Jinên herêmên dagirkirî, beriya dagirkirinê bi rengekî pir aktîv xwe birêxistin kiribûn, civak li ser bingehê azadî û demokrasiyê ava dikirin û destanên dîrokî dinivîsandin. Mixabin ew jinên pêşeng bûne qurbaniya kiryarên dewleta tirk a dagirker. Li gorî şopandina me, li herêmên dagirkirî rojane jin, dapîr û zarok tên hedefgirtin, revandin û tecawizkirin. Jinên wan herêman dibin qurbaniya siyaseta qirêj a li dijî wan tê meşandin, di heman wextê de jî rewşa sivîlan jî heman tişt e. Bi taybetî ev siyaset li dijî jinên Kurd tê meşandin, ev yek di Efrînê de diyar dibe. Bi rêya ferzkirina çarçefa reş, tecawizkirina wan bi rengekî komî û gelek bûyerên din, hovîtiya dewleta tirk û armanca wê ya dagirkirina ser vê axê diyar dibe. Raya giştî kiryarên dewleta tirk baş dibîne û dibihîze lê mixabin bêdeng dimîne. Helbet bêdengiya wan jî hêzê dide ku dagirker kiryarên xwe bidomînin.”
“Bi dezgeh û rêxistinên jinan re di pêwendiyê de ne”
Lîlav da xuyakirin ku ew hewl didin bi rêxistinên jinan ên derveyî welat re rewşa jinên li herêmên dagirkirî parve bikin û wiha domand: “Wekî rêxistina jinan em hewl didin rewşa jinên li herêmên dagirkirî yên di zor û zehmetiyan re derbas dibin, bi rêxistinên jinan re parve bikin. Em hewl didin rastiya li wan herêman bi rêya daxuyanî û hevdîtinan re bi sazî, dezgeh û rêxistinên jinan re eşkere bikin. Lê roj bi roj kiryar zêde dibin û tu helwest ango makanîzmeyeke ku bikaribe rê li ber wan bigre, tune ye.”
“DAIŞ û Dewleta tirk dijminên azadiya jin û civakê ne”
Lîlav bal kişand ser hişmendiya DAIŞ’ê û dewleta tirk ku ew dijminên azadiya jin û civakê ne û wiha ev mijar nirxand: “Li seranserî dîrokê bi hemû awayî desthilatdar û sîtemkar dixwazin jinan tune bikin ango hêz û baskên wê bişkînin. Di şerê DAIŞ û dewleta tirk de jî ev rastî derket holê, her du jî dijminên azadiya jin û civakê ne. Di şerê xwe de dixwazin destkeftiyên jinên Rojavayê Kurdistanê bi taybetî jinên ereb ku bala hemû jinên cîhanê kişandiye û mora xwe li dîroka azadiya jinan û civakê xistiye, têk bibin. Hewl didin sîstema jinan û rêxistina wan bi pêş nekeve û ji jinên cîhanê re nebin cihê nimûneyê. Dagirker dixwazin di kesayeta jinên pêşeng û azad de şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin.”
‘Li pişt dewleta tirk hêzên hegemon hene’ 
Lîlav da zanîn ku li pişt dewleta tirk hêzên hegemon wekî Rûsya û Emerîka hene û wiha pêde çû: “Dibe ku dewleta tirk hêza duyem a NATO’yê be lê jê zêdetir persbektîfên xwe ji hêzên hegemonîk wekî Rûsya, Emerîka, Îran û hwd… digre. Êrîşên li dijî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî lîstokeke navneteweyî bû. Dibe rûyê wê dewleta tirk be lê hêzên wê birêve dibin jî gelek in. Dewleta tirk bi tena serê xwe nikare gavekê jî ber bi welatekî din ve biavêje, ger hevpeyman û plan nebin.”
“Divê kiryarên der heqê jinan de, di rojeva hemû rêxistinên jinan ên cîhanî de bin”
Lîlav helwesta jinên cîhanê ji bo kiryarên li dijî jinên li herêmên dagirkirî anî ziman û wiha domand: “Li sernaserî cîhanê û Rojhilata Navîn helwesta rêxistinên jinan ji kiryar û sûcên dewleta tirk der heqê jinan de, pir lawaz e. Divê rêxistinên jinan sûcên dewleta tirk der heqê jinên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de wekî rojeveke xwe ya sereke bigrin dest. Ji ber ev mijar ne mijareke ji rêzê ye, rojane jin tên qetilkirin û tecawzkirin û jiyan hatiye herimandin. Divê rêxistinên jinan zextê li hikûmetên welatê xwe bikin, da ew jî ji rewş û sûcên pêk tên agahdar bin û bikaribin rê li ber van kiryaran bigrin. Tenê daxuyanî û meşên tên lidarxistin li derveyî welat, têrê nakin. Divê hîn bêtir û bi awayekî xurt tevbigerin. Pêwîst e hêza çareseriya rêxistinan ne di vê astê de bûya, xurtir bûya.”
“Pêwîst e kirarên dagirkeriyê bi dawî bibin”
Lîlav bi vê daxwazê dawî li axaftina xwe anî: “Divê cîhan nebe şirîkê dewleta tirk di komkujiyên der heqê gelê me de pêk tên. Her wiha divê komîteyeke navdewletî hiqûqî derbasî herêmên dagirkirî bibe û sûcan belge bike. Ger wiha nebe wê kiryar zêdetir bibin û pirsgirêk kûrtir bibin.”
Back to top button