Arşîv

‘Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûr qanûnên navneteweyê derbas kirin’

Rêxistina Kongra Star a Kantona Efrînê û Meclisa Jina Azad a Şehbayê têkildarî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek hevpar dan û got: "Dewleta Tirk bi siyasetên xwe yên şovenîst hemû qanûnên navneteweyî derbas kirin

Rêxistina Kongra Star a Kantona Efrînê û Meclisa Jina Azad a Şehbayê têkildarî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek hevpar dan û got: “Dewleta Tirk bi siyasetên xwe yên şovenîst hemû qanûnên navneteweyî derbas kirin

Daxuyaniya bi amadebûna bi dehan endamên Kongra Star a Efrînê û Meclisa Jina Azad a Şehbayê li navçeya Ehdasê hate xwendin. Endama Meclisa Jina Azad a Şehbayê Fatima Hemo bi zimanê erebî û endama Kongra Star a kantona Efrînê Sêvîn Hesko bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku destwerdan û zêdegaviyên dewleta Tirk ên li dewletên cîranê, bi taybet li herêmên ku Kurd lê dimînin zêde bûne, her wiha hate diyarkirina ku dewleta Tirk di siyasetên xwe yên şovenîst de berdewam e ku tevahî qanûn û pîvanên navneteweyî derbas kirine.

Jinan gotin: “Tirkiyê di siyaetên xwe yên şovenîst ên bi armanca tunekirina dîroka gelê me de berdewam e, ev yek bi desteka PDK’ê ya ku di dîrokê de bi xiyaneta li gelê xwe tê naskirin, tê kirin.”

Di berdewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser êrişên dewleta Tirk û wiha hate destnîşankirin: “Destpêkê li Şehba, Efrîn, Girê Spî û herêmên dîtir bûn, herî dawî bi balafirên şer êrişî Girê Çarçal yê herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê û derdora wê û Wargeha Mexmûrê kir. Di van êrişan de sivîl, ji jin, zarok û kesên dikin hedef.”

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Her çiqasî komplo û planên li dijî gelê Kurd û kêmneteweyên din ên cîhanê zêde bikin wê neghêjin armancê xwe yên şikandina vîna gelan û lawazkirina refa wan.”

Her wiha siyasetên Erdogan û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van êrişan, guhertina demgorafî û sûcên dermirovî hatin şermezarkirin û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên ku îdiaya hiqûqa mafên mirovan dikin, hate kirin ku van sûcan bi dawî bikin û li gorî qanûnên navneteweyî yên parastina sivîlan tevbigerin.

ANHA

Back to top button