Gotar û hevpeyvîn

“Jiyana xwe nekujin”

Li seranserê cîhanê jin ji aliyê pergala mêr ve, yan tên kuştin yan jî bi destê xwe dawiyê li jiyana xwe tînin. Li hemberî vê rewşê Weqfa Jina Azad ya Rojava, bi armanca şiyarkirina gel xweparastinê, 2`yê Hezîranê bi durişma “Bi Hev Re Civakê Biparêzin” dest bi pêngavekê kir û hat ragihandin ku wê heta 3`yê Tebaxê dewam bike.

Li ser vê mijarê Rêvebera Weqfê Rûken Xişo ev agahî dan: “Ji ber ku di dema dawî de bûyerên xwekuştinê, bi taybetî kuştina jinan pir bûn, me dest bi vê pêngavê kir. Herwiha ji ber ku gelê me tedbîrên xweparastina ji vîrûsa Korona paşguh dike, rojbiroj vîrûs xwe nû dike. Pêngava me bi dayîna semîneran dest pê dike. Wê semînerên me jî li ser du beşan bin; yek fikirî, ya din jî li ser tenduristiyê ye.”

Rêvebera Weqfa Jina Azad ya Rojava Rûken Xişo di dawiya axaftina xwe de got, wê ev semîner ji jin û mêran re be. Lewra heta her du alî mafê hev nas nekin, wê di nava civakê de pêşiya bûyerên nebaş neyê girtin. Herwiha Rûken diyar kir ku wê çalakiyên wan yên bi vî rengî dewam bikin û bi hêvî ne ku jin azad bijîn û derfetê nedin tişta bibe sedema kuştina wan. Lewra jin jiyan e, divê jiyanê nekujin.”

Back to top button