Siyaset

Perwîn Yûsiv: Divê em li hemberî şerê qirkirinê bibin yek

Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yûsiv armanca êrişên dewleta tirkî yên ser herêmên Parastinê yên Medyayê û berxwedana bêhempa ya gerîlayên HPG û YJASTARê, ji rojnameya me re nirxand.

Perwîn Yûsiv di despêka axiftina xwe de berxwedana gerîla silav kir û wiha got: “Em hemû dişopînin ku dewleta tirkî ya dagîrker bi teknîka herî pêşketî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Dewleta tirkî xwe li ser bingehê xapandina raya giştî, bi taybet raya giştî ya hundirê Tirkiyê û bi propagandaya şaş dixwaze binektina xwe di aliyê siyasî, aborî û dîplomatîk de veşêre.

Pervînê bal kişand ser êrişên dewleta tirkî yên ji bo qirkirina Kurdan û axaftina xwe wiha domand: “Dewleta tirkî ya dagîrker li ti cihan maf û destkeftiyên Kurdan qebûl nake û armanca wê dagîrkirin tevayiya Kurdistanê û qirkirina kurdan e. Çawa niha êrişî başûrê Kurdistanê dike, li hemberî şoreşa bakur-rojhilatê Sûriyê jî bi her awayî di nava êrişê de ye.”

“DEWLETA TÎRKÎ YA FAŞÎST XWE LI SER SIYASETA DERVE DIMEŞÎNE”

Pervînê di axiftina xwe de dîyar kir ku dewleta tîrkî ya faşîst xwe li ser siyaseta derve dimeşîne. Ji ber wê dikare destwerdana leşkerî di Libya, Qibris û Sûriyê jî bike. Herwiha da zanîn ku baş dizanin hêza Tirkiyê bixwe, ya ku êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên di vê astê de bike nîne û got: “van êrişan bi piştgiriya NATO dike. Pervînê herwiha got, PKKê ne ji bo gelê Kurd tenê, ji bo maf û çarensûsa gelên bindest tevan têdikoşe. Lê ji ber ku dewleta tirkî û dewletên wek wê vê tekoşînê li dijî berjewendiyên xwe yên dagîrkirinê dibînin, li hemberî PKKê û gelê Kurd dest bi şerekî qirkirinê kirine.”

“KIRYARÊN DEWLETA TIRKÎ BÊEXLAQÎ Û TIRSONEKÎ NE”

Hêjayî bîranînê ye ku dewleta tirkî ya dagîrker di êrişên xwe yên li bakur û rojhilatê Kurdistanê (Efrîn, Serêkanî û Girêsipî) de, çekên kîmyayî bi kar anîbûn û niha jî van çekan li Herêmên Parastinê yên Medya bi kar tîne. Li ser vê Pervîn Yûsiv diyar kir ku artêşa tirkî û teknîka NATO li hemberî berxwedana gerîla bin dikeve, ji bo wê çekên qedexekirî bi kar tîne. Pervînê herwiha ev kiryarên dewleta tirkî bi bêexlqî û tirsonekî bi nav kirin.

Pervînê teqez kir ku PKKê bi îdeolojî û piratîka xwe, di cîhanê de xwe isbat kiriye ku hêza parastina Kurdistanê ye û axaftina xwe wiha domand: “Bi berxwedana PKKê ya li hemberî hovîtiya êrişên dewleta tirkî diyar bû ku hêza gelê Kurdistanê yaxwe parastinê heye û gelê Kurd êdî dikare xwe bispêre vê hêzê. Binketina dewleta tirkî li Garê serkeftineke pir mezin bû û niha jî em serkeftinên mezin dibînin.”

Pervînê bîr anî ku dewleta tirkî ji dema Osmaniyan ve li ser kuştin û qirkirina gelan xwe ava kiriye û got, ev şer jî ne ji dema PKK`ê ve hatiye destpêkirin, bi sedê salan e dewleta tirkî êrişî gelê Kurd dike û dixwaze tine bike.

“EGER PKK LEWAZ BIBE WÊ PARTÎ Û DESKEFTIYÊN BAŞÛR JÎ JI HOLÊ RABIN”

Pervînê êrişên DAIŞê bîr anîn û got, eger PKK bin bikeve yan jî lewaz bibe, wê dewleta tirkî despêkê destkeftî û partîyên başûrê Kurdistanê ji holê rake. Ev jî diyar dike ku gerîlayên PKKê hêza parastina başûrê Kurdistanê ne jî. Eger PKK nebûya xweseriya Başûr nikariya yek salê li ber xwe bide. Me dît ka parêzvanên gelê Kurd kî ne û kê başûrê Kurdistanê li hemberî êrişên DAIŞ`ê û dagîrkeriyê parast. Ji ber wê bila ti kes xwe nexapîne. Di vê demê de pêwîstî bi yekîtiyê heye. Divê helwesta redkirina dagîrkeriyê zêde bibe û li her deverê dakevin qadan û tevlî berxwedana azadiyê bibin. Ji ber wê jî tişta ku ji gelê başûrê Kurdistanê tê xwestin, helwesta li dijî dagîrkeriyê xurt bikin.

Pervîn Yûsiv di dawiya axiftina xwe da got, divê gelê başûr li hemberî siyaseta PDK`ê ya li dijî destkeftîyên Kurdan  xwedîhelwest be.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27