Aborî

Komîteya Aborî ya Jinan li Hesekê projeya ‘Kulîlka Biharê’ vekir

Komîteya Aborî ya Jinan a Kantona Hesekê projeya çandiniyê ya bi navê "Kulîlka Biharê" vekir. Di projeyê de 25 jin dixebitin.

Kooperatîfên girêdayî Komîteya Aborî ya Jinan a Kantona Hesekê derfetên kar ji jinan re zêde dike.

Komîteya Aborî gelek proje vekirin, jê projeya çandiniyê ya genim û ceh a li Şedadê û du projeyên sebze yên li Hesekê ku 80 jin tê de dixebitin.

Piştî pêwîstiya herêmê bi hilberînên herêmî çêbû, komîteyê di demên dawî de projeyeke din a çandiniyê yê bi avê “Kulîlka Biharê” vekir û tê de sebzeyên havînê yên wekî bacan, xiyar, miloxiyê, îsot û gulberoj hatin çandin. Di vê projeyê de, 25 jin dixebitin.

Rûbera erdê ku hatiye çandin derdora 32 doniman e û li gundê Amirê yê bajarê Hesekê ye.

Endama Komîteya Jinan a Yekitiya Kooperatîfan a Kantona Hesekê Cîhan Ferho axivî û da zanîn ku armanca wan ji van kooperatîfan ew ku aboriya jinan bi pêş bixin û bi rêya van projeyan li herêmê rêjeya bêkariyê sînordar bikin da ku jiyana xwe dabîn bikin.

Pereyên ku ji vê projeyê derdikevin li jinên xebatkar tê belavkirin, beşeke biçûk jî diçe ji kooperatîfê re da ku projeyên din pê werin vekirin.

Emîne Elî ku di projeya “Gula Biharê” de dixebite, axivî û got: “Ev proje sûdmendiyeke mezin digihîne jinan. Em bi rehetî di vê projeyê de dixebitin heta niha me zehmetî nedîtine û em jin alîkariya hev dikin.”

Emîne Elî diyar kir ku çandinî bi keda jinan bi pêş dikeve û projeyên wekî van serkeftî û bi sûd in.

ANHA

Back to top button