Arşîv

Jinên ciwan ji bo parastina ekolojiyayê pêngavek da destpêkirin

Yekitiya Jinên Ciwan a Kobanê li dijî talankirina xwezayê pêngaveke da destpêkirin û got, ew ê li şûna her dareke qutkirin, bi dehan daran biçînin.

Bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Kobanê ji bo balê bikişînin ser talankirnia xwezaya Efrîn û Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, li Qada Jina Azad kom bûn û daxuyanî da. Jinên ciwan bi diruşma ‘Xwezayê biparêze ew ê te biparêze, ji qirkirina xwezayê re na’ pêngavek ragihand.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Kobanê Sewsen Şêx Bekir daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin

”Dem dema azadiyê ye, ev 22 salin rêbertiya me di bin tecrîdeke giran de ye. Di şexsê rêbertî de lêgerîna jiyana azad û mirovahî tê hedefkirin, ji ber ku modernîteya demokratîk anternatîfa modernîteya kapîtalîst e, di bajarên kapîtalîzimê de mirov ji hişmendiya mirovan derxist, ew bajar bi felsefeya civaka axlaqî polîtîk û azad, xwezaya jin û ekolojîk zîvirîn qadên serhildanê û ew cenawer anîn asta binkeftinê. Ji bo kapîtalîzim li ser ked û berhemên civakê xwe mayînde bike û desthiladariya xwe berfireh bike, hemû kiryarên dij mirovahî ji qirkirina biyolojîk û çandî bigre heta qirkirina jin û ekolojiyê bi sîstematîk pêk tîne. Yek ji pirsgrêkên herî xeter ku di encama zihniyet û aloziya kapîtalîzimê de derketiye desthiledariya li ser ekolojî ye, heta mirov dikare bêje koletiya xwezayê û jinê bi hev re hatiye pêkanîn û bingeha tevahî koletiya ye. Mînaka wê ya ber biçav ew e ku dibêjin; jin erdê zilam e çawa bixwaze dikare cot bike; rastî û dijwariya vê koletiyê radixîne ber çavan. Jina ku civakbûn li ser bingeha rêgezên wekhevî, hezkirin û axlaqa civakî da fêrkirin û her tişt zindî didît û diparast, lê ev sîstem wê weke zindî nabîne, wê weke madeyeke herî zêde ku li ser rêklam û bazirganî dike, tenê diyardeyeke cinsî dibîne bi awayekî bê axlaq tecawiz û destavêtin li ser beden û kesayeta wê tê kirin. Di encamê de pirsgirêka pirbûna şêniyan bi xwe re derdixîne û artêşa bê karan ava dike. Her wiha rê li pêşiya zanebûn û zanekirinê digre û civaka ji hişmendiya xwe nexweş ava dike. Her wiha dest avêtin li ser xwezayê, bi hezaran daristan tên şewitandin, ji bo pera qezenc kirin bi karanîna made û dûmanên kargehan a ku tebeqeya Ozon vedike û hewayê qirêj dike, zirara herî xirab dide jîngeh û zindiyan. Her ku çû hişmendiya baviksalar kiryarên xwe bi qanûna dewlet-netew da meşrûkirin, kiryarên wî ya herî dawî jî şerê biyolojîk e ku nexweşiya COVID- 19 afirand ji bo ku bikare ji aloziyê derkeve û mirovahiyê bîne asta ji bo azadiyê tê nekoşe û tenê ji bo biyolojîk jiyana xwe biparêze bijî. Dewleta Tirk a faşîst ku ajanê modernîteya kapîtalist li Rojhilata Navîn e bê tehmul êrişî deskeftiyên neteweya demokratîk dike,  yê herî zêde para xwe ji vê dagirkeriyê girtiye welatiyê me ye. Dewleta Tirk ji dema demazrandina xwe û heta niha qetilamên komî pêk ktîne, dîrok, av, ax, çand û xwezaya me di qirkirinê re derbas dike, kiryarên wê yên dawî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, bi biryara qirkirinê bi hovane êrişî xaka Başurê Kurdistanê dike, dar û daristana çiyayên Kurdistanê dişewtîne,  jiyana gel her roj bi xeteriyê re rû bi rû dihêle. Bê guman ev êriş bi hevkariya PDK’ê tê kirin. PDK’ê Di wexta ku pêwîst e helwesteke cidî li beramberî dagirkeriyê bigire dibe hevkar. Êrişên dewleta Tirk a binketî rastî berxwedaneke lehengî û qehremantiyên dîrokî ji aliyê gerîlayan ve tê. Li Başûrê Kurdistan bi navên baraca cihên şîn warên dikin û xwezayê talan dikin û li hêrmên dagirkirî jî bi taybet Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî şênî bi çekên kîmyewî koçber kirin, demografiya herêmê diguherin, dizî, talankirin û tecawizkirinê dikin. Li Efrînê nêzî 315 hezar û 350 darên zêytûnan yên ku temenê wan ji temêna dîroka osmaniyan dirjtire hatin jêkirin, her wiha nezî 12 hezar hêktar erd hatin şewitandin, her roj dîroka gelan û çandên wan qir dike .

Di vê çarçoveyê de em weke Yekitiya Jinên Ciwan a Rojavayê Kurdistan û Sûriyê li dijî qirkirina ekolojî dest bi hemleya parastina ekolojî dikin. Di bin şîara ‘Xwezayê biparêze ew ê te biparêze, ji qirkirina xwezayê re na’, rastiyeke ku ji her demê zêdetir bi hovîtî û bê wîjdan êriş li ser xwezayê tê kirin, bajara me xweşik e, em nehêlin bi destê kesên xwîn vexwir û xwedî berjewendî bê talankirin. Pêwîst her kesên xwedî wijdan qêrîna xwezayê bibhîze û xwedî lê derkeve.”

Piştî xwendina daxuyaniyê jinên ciwan şitilên daran li Qada Jina Azad çandin.

ANHA

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27