Arşîv

Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşgera Kurd Sema Yûce bi bîr anîn. 

Daxuyanî wiha ye: “Sema Yûce ji bo jinên kurd û hemû jinên cîhanê têkoşîna ji bo azadiyê dikin bûye pirek ji agirê ku helwesta berxwedanî û sekna jina azad ronî dike. Sema Yûce  Newroza 1998’an de bi çalakiya xwe ya bi cesaret û rûmet canê xwe diyarî Gelê Kurd kiriye. Çalakbûn û rêxistinbûyîna Sema Yûce ji gelê Kurd re bûye mînak. Ji ber helwesta wê ya bi îdea û sekna wê ya berxwedêr, Sema Yûce ji aliyê dewleta tirk ve hatibû esîr girtin. Sema Yûce di girtîgeha Çanakkalê ya Tirkiyê li hemberî şerê li ser Kurdistanê, li dijî esaret, înkar û tunekirinê, xeta Zeyneb Kinaci (Zîlan) ji xwe re bingeh digire û di 21’ê Adarê de bedena xwe dide ber agir û di 17’ê Hezîranê de şehîd dikeve.”
“Di rêya jina azad de bilindkirina têkoşînê”
Di daxuyaniyê de bal hat kişandina ser peyamên Sema Yûce yên dawiyê û wiha hat gotin: “Di nameya xwe ya dawî de wiha dibêje: ‘Ez dixwazim fikirê xwe, dilê xwe û canê xwe bikim pirekî ji agirê ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê. Ez dixwazim bibim agir weke Zekiye Alkan, bibim Newroz weke Reşan, da ku bibim şagirtekî Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan û hemû şehîdên tevgera azadiyê. Ez bi biryar li pey şopa rêhevalên Newrozê Bêrîvan, Ronahî, Mirza Mehmet û Eser dimeşim.’  Îro jî em carekî din dibin şahîdê şerekî berfireh li hember Gelê Kurd û bi taybet jina azad. Herêmên Rojava wek Efrîn, Serêkanî û Girêspî ku li ser bingeha felsefeya Rêber Apo a demokratîk, azadîxwaza jin û ekolojîk hatin bi rêxistin kirin, ji aliyê dewleta tirk  ve hatin dagirkirin. Di heman demê de li Başurê Kurdistanê dewleta tirk a dagirker şerekî li ser esasê dagirkerî û tunekirina gelê Kurd êrîşekî dijwar dibe ser şervanên azadiyê.
Bi vê boneyê berxwedan û têkoşîna Sema Yûce divê jinên kurd û gelê kurd helwesta xwe ya li hember şer û xeta hevkariyê ya di pêşengiya PDK’ê tê meşandin bidin xuya kirin. Sema Yûce li hember hêza xapînok û lawaziyên mirovî bi ser ket. Hezkirina wê ya ji bo jiyana azad û jina azad çalakıya xwe pêk anî û got ‘Niha ez baştir fêhim dikim ku sonda min a dilsoziya bi Rêber Apo re ewe ku ez di agirê vê azweriyê de bibim xwelî û xwe ji nav wê xweliyê ji nû ve ava bikim.’ Divê îro jina Kurd li hemberî hemû lawaziyên xwe ya ji bandora baviksalarî û kapîtalîst têkoşîn bikin û wan bidin ber agir û xwe ji nû ve ava bikin. Li gor pîvanên jina azad û ser esasê xeta Semayan divê em helwesta xwe li hember hemû şerê taybet diyar bikin. Em weke jin li ser bingeha xeta jina azad çanda xwe, fikra xwe û têkoşîna xwe ava bikin.
Em weke Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şexsê Sema Yûce de tevahî şehîdên meha Hezîranê bi bîr tînin. Li ser şopa şehîdan erka me ya sereke ya Hîlala Zêrîn ewe ku em têkoşîna jin ya gerdûnî bilind bikin. Em bi çand û hunera jina azad a şoreşê misoger bikin. Em li ser pira agirê azadiyê têkoşîna jin û têkoşîna gelê kurd, gelê Rojhilata Navîn û navneteweyî bikin yek.”
Back to top button