Arşîv

Koordînasyona Kongra Star: Heman kesên komkujî li Helincê kirin, Denîz Poyraz qetil kirin

Koordînasyona Kongra Star bi daxuyaniyekê êrişa tundrawê girêdayî dewleta Tirk a dagirker a li dijî avahiya HDP’ê şermezar kir û êrişa li dijî gundê Helincê ya Kobanê bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Êrişa faşîst ku bi plan li hember avahiya HDP’ê hate kirin û di encamê de Denîz Poyraz hate qetilkirin, bi tundî şermezar dikin. Em dizanin ku ew hêza li piştî vê êrişê û hêza piştî êrişa li ser Helincê yek in.

Rejîma AKP-MHP’ê ji bo ku bikare şoreşa Bakur û Rojhilatê Suriyê ku di pêşengiya jinê de çêbûye ji holê rake bi hemû rengî êriş pêk anî, bi heman rengî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê jî bi rêbazên qetlîam û komkujî ve dixwaze hebûna xwe berdewam bike. Êrişa ku îro li hember avahiya HDP’ê ya bajarê Îzmîrê pêk hat ku di encam de Denîz Poyraz bi awayekî hovane hate qetilkirin bûyereke ku ji rêzê ye. Di demeke ku doza tolhildanê ku bi navê Kobanê tê dîtin û li hember HDP’ê jî doza girtinê hatiye vekirin de, bi êrişeke wisa dixwazin peyamek bidin gelê Kurd û hêzên demokratîk.

Kesê ku Denîz Poyraz qetil kir di demên borî de di nav çeteyên Bakur û Rojhilatê Surîyê de perwerde dîtiye û li vir wek dijminê jinan û gelê Kurd hatiye perwerdekirin. Ev kes ne bi tenê ye. Kesên mîna wî li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî komkujîyam dikin, jinan dikin kole, li benda fermana disekinin ku  li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê komkujîyan pêk bînin. Armanca êrişa li dîjî avahiya HDP’ê jî li gorî vê yekê hatiye kirin. Dewleta Tirk a faşîst bi van êrişan dixwaze peyamnekê bide gelê Kurd, jinan û hêzên demokrat.

Lê divê faşîzma AKP-MHP’ê baş zanibe  hemî gelê Kurd û di serî de jinên Kurd li dijî êriş û  komkujîyan wê serî hildin û wê têkoşîna azadiya xwe bidomînin. Bi wan êrişan tê nîşandan ku çete ketiye tengasiyê. Divê em dawî li wan bînin têkoşîna xwe bilind bikin. Jin ne tenê li Kobanê li Îzmîrê jî wê her derê li dijî faşîzmê serî hildin û tu caran teslîm nabin.

Em di van rojan de yekemîn salvegera komkujiya Helincê pêşwaz dikin. Em li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker biryara xwe ya têkoşînê bilind dikin. Em wek Kongra Star berxwedana bi pêşengtîya jinan tê kirin silav dikin. “

Back to top button