Arşîv

Kongra Star : em wekî jin li hember van êrîş û kiryaran di hemû qadan de xeta berxwedanê bilind bikin .

Dewleta turk a faşîst kiryarên dûrî pîvanên mirovahiyê di derbarê gelê kurd de dide meşandin, di riya siyaseta qirkirin û tunekirina sivîl û siyasetmedaran û girtina wan bê ku bên dadgehkirin û ne tenê di hundirê turkiyê de lê belê hemû sînor derbas kirine ta gihîştiye dewletên derdorê her wiha êrîşên xwe li ser xaka başûrê kurdistan ê dike û pilanên xwe dike da ku şerê navxweyî di navbera kurdan de bide gurkirin , ne tenê di navbera gelê kurd de lê belê di nav hemû gelê Rojhilata navîn de.
Di demekê de ku dewleta turk ya faşîst bi navê demokrasiyê bang dike hemû rêbazên tundî, qirkirin û binpêkirina mafê mirovan bi kar tune ji ber wê di 16’ê hizêrana 2021’an de çeteyên dewleta turk ya dagirker êrîşî navenda HDP di bajarê Izmîr kir her wiha êrîşî endamên HDP’ê kirin û di encam de endama bi navê Denîz Poyraz hate şehîdxistin di bin çavdêriya dewletê de ; ev polaneke qetilamek hatibû amedekirin ji hêla çeteyên dewletê ve .
Dewleta turk ya faşîst di herêmên ku hatine dagirkirin de jinan armanc digire û bi hemû rêbazên hovane mafên wan bin pê dike û ev kiryarên ku pêk tên dide diyarkirin alozî û kirîze ku dewleta turkiyê jiyan dike .
Em wek Kongra Star van êrîşan şermezar dikin her wiha bangewaziya dewletên navnetewî dikin da ku êrîş û kiryarên turka bidin sekinandin .
Ji bo wê em wekî jin li hember van êrîş û kiryaran di hemû qadan de xeta berxwedanê bilind bikin .
Şehîd Namrin
Kongra Star Kanton a Qamişlo
19.6.2021

Back to top button