Arşîv

Dayika Denîz Poyraz: Ez bi keça xwe serbilind im

Fehîme Poyraz diyar kir ku dema ku keça wê Denîz 4 salî bû, hevjînê wî hatiye girtin û zaroktiya wê dijwar derbas bûye û wiha got: “Denîz piştî ku bavê wê ji girtîgehê derket, jiyana wê guherî. Dema Denîz 16 salî bû êdî xwe bi gelê xwe û têkoşîna xwe ve girê da. Tev li xebatên giştî bû. Di xebatên ciwanan, çand û hunerê de cihê xwe girt.”

‘BI MILYONAN KES XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA WÊ DERKETIN’

Fehîme serbilindiya xwe bi keça xwe Denîz Poyraz anî ziman û axaftina xwe wiha dewam kir: “Ez ji ber vê yekê serbilind im. Ez ne bi wê serbilind im ku keça min e, lê ji ber xizmetkirina gelê xwe, ji ber hezkirina partiya xwe. Xwe bi têkoşîna xwe da qebûlkirin. Derya ji aliyê her kesî ve dihate hezkirin. Bi milyonan mirov ji bo Denîzê derketin qadan. Soza mezinkirina têkoşîna wê dan.”

Fehîme Poyraz diyar kir ku Denîz di dema têkoşînê de gelek caran hat destgîrkirin û serbest hat berdan û got:  “Tevî hemû girtinan jî Denîz tu carî dest ji têkoşîna xwe û partiya xwe berneda. Ez û Denîz her tim heval bûn. Bavê wê jî mîna hevalekî wê bû. Ew kedkareke xîretkêş bû. Tu carî qîma xwe bi karekî tenê nedianî. Denîz bi rastî jî dixwest bibe mamosteya ziamanê kurdî. Mixabin beriya ku xeyala xwe pêk bîne, hat qetilkirin.”

‘EZ BI DENÎZÊ SERBILIND IM’

Fehîme Poyraz gotinên xwe domand:  “Denîzê dixwest di jiyana xwe de hemû tiştên nû pêk bînin. Di nava xebatên çand û hunerê û koma folklorê de cih digirt. Di her tiştê ku tev lê bû, dixwest bi ser bikeve. Bi têkoşîna xwe xwest ji her kesî re bibe mînak. Bi berdewamî got di pêvajoyeke wiha de divê mirov yek karî nekin, divê li her derê destekê bidine xebatan. Dîsa ez bi Denîzê serbilind im. Niha li vê erdnîgariyê bi hezaran Denîzên me hene.”

Fehîme diyar kir ku ev êriş komployek e û got kujer çawa bi civîna li avahiya partiyê dizanin û destnîşan kir ku kesê êriş pêk anî, xwestiye qetlîamekê pêk bîne.

Di dawiyê de dayik Fehîme Poyraz spasiyên xwe li mirovên daket qadan kir û got: “Gelê Kurd xwedî li zarokên xwe derket. Êdî Denîz zaroka hemû gelan e.”

ANHA

Back to top button