Siyaset

şandeyek Katalonî serlêdana Kongra Star kir.

22’ê Hezîranê de şandeyek Katalonî serlêdana Kongra Star kir.

Şandeya Katalonî ji endamên parlemantoya Katalonî Evlalia Regvant û Ruben Wagensberg û endama Meclisa bajarê Berşelona Laura, çalakvan Montse û Algver Miquel û rojnamevanê Joan Pêk hat. Şande ji aliyê berdevka Kongra Star Remziya Mihemed û endamên Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokrtaîk a Kongra Star Zeyneb Mihemed û Silava Silêman ve hat pêşwazî kirin.

Di nav hevdîtinê de sîstema Kongra Star hat şîrovekirin û rêxistinkirina jinan bi riya qumîte û meclîsên xwe yên di herêmê de û destkeftiyên jinê di şoreşa Rojava de hatin nîqaş kirin. Kongra Star girîngiya pêşxistina peywendiyan bi saziyên civakî re diyar kir.

Nîqaş ji her dû aliyan çêbû di derbarê bi rêxistinkirina jin û girîngiya pêşxistina peywendiyên di navbera Kataloniya û Kongra Star û pêwîstiya berdewamiya têkiliyan ji bo karên hevbeş. Da ku ew dikaribin têkoşîna jina kurd û şoreşa Rojava ya bê hempa bidin nazkirin.

Her wiha şandeyê girîngî da şoreşa Rojava û destkeftiyên ku hatine bi dest xistin û tekez kirin ku wê ji bo danasîna şoreşa Rojava û destkeftiyên wê ji bo gelê Katalonî bixebitîn.

 

 

Back to top button