Arşîv

Rêxistina Kongra Star a Zorava civîna xwe ya 6 mehan li dar xist

Rêxistina Kongra Star a taxa Zorava ya paytexta Sûriyê Şamê civîna xwe ya nîvê salê li dar xist.

Civîna nîvê salê ya rêxistina Kongra Star a taxa Zorava ya Şamê bi diruşma Jina azad, malbata azad, civaka azad û welatê azad” hate lidarxistin. Bi dehan endamên Kongreya Star û Meclisa Jinan a Şamê di civînê de amade bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre nûnera Kongreya Star a Şamê Berçem Yûsif axivî û lidarxistina civîna nîvê salê li kongreyê pîroz kir û ev xal lê zêde kir: “Jina birêxistinkirî dikare armancên xwe pêk bîne, ji ber ku hêza xwe ji rihê rêxistin û xebata komînalî werdigire, her wiha bi karê kolektîf dikare tevahiya pirsgirêkên jinan çareser bike û jinan bi pêş bikeve.”

Paşê rapora nîvê salê ya kongreyê hate xwendin û ji aliyê beşdaran ve hate nirxandin. Di heman demê de pirsgirêkên ku jinên li taxa Zorava pê re rû bi rû dimînin nîqaş kirin, ji bo çareseriyê gelek pêşniyar kirin. Beşdaran ji bo pêşxistina xebata Meclisa Jinan a Şamê û aktîfkirina rola Kongreya Star a taxê plansazî danî.

Civîn bi hilbijartina endamên Meclisa Jinan a taxê bi dawî bû.

ANHA

Back to top button