Arşîv

Şehîd Zîlan li Girbawî hate bi bîranîn

Bi boneya salvegera 25'emîn a çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî), Kongra Star semînerek li bajarokê Girbawî yê Qamişloyê da.

Semîner li navenda Kongra Star a bajarokê Girbawî yê bajarê Qamişlo bi amadebûna şêniyên bajokê û  endamên Kongreya Star hate dayîn.

Ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Semîner ji aliyê endama Kongreya Star a bajarê Qamişloyê Robîn Îsa ve hate birêvebirin.

Rodîn Îsa nameya şehîd Zîlan xwend. Beşdaran têkildarî nameya û çalakiya şehîd Zîlan nêrînên xwe parve kirin. Jinan gotin ew morale xwe ji hestê şehîd Zîlan digirin.

Semîner bi diruşmeyên “Jin, jiyan, azad” bi dawî bû.

ANHA

Back to top button