Gotar û hevpeyvînSiyaset

‘Tenê daxuyanî sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî jinan ranawestînin’

Endama rêveber a Kongra Star a Til Temirê Gulîxan Tahir got dewleta Tirk hewl dide bi hemû rêbaz û sûcan tevgera jinan bişikîne, lê daxuyaniyên rêxistinên mirovî û jinan ên şermezarkirinê têrê nakin ku van sûcan rawestînin.

Dewleta Tirk a dagirker armanc dike ku tevgera jinên azad li her derê têk bibe. Qetilkirina siyasetmedar Hevrîn Xelef bi destê çeteyên dagirkeriyê û êrişa çeteyên wê li ser nivîsgeha HDP’ê û şehîdxistina endama HDP’ê Deniz Poyraz, mînakên hovîtiya dewleta Tirk in.

Girêdayî vê yekê, endama Rêveber a Kongreya Star Gulîxan Tahir wiha got: “Dewleta Tirk tevgera jinan her tim armanc dike da ku vîna wê bişikîne û têk bibe.”

Gulîxan Tahir wiha domand: “Her kes dizane ku dijminê me, jinên siyasetmedar dike armanc. Her wiha hedefgirtina siyasetmedar Deniz Poyraz mîna qetilkirina Hevrîn Xelef bû. Ev yek jî misoger dike ku jina Kurd gihaştiye astekê ku dikare xwe bi rê ve bibe û bûye vîna gel.”

TEVÎ PEYMANAN JÎ DEWLETA TIRK BINPÊKIRINA MAFÊN JINAN DIDOMÎNE’

Gulîxan Tahir wiha gotina xwe dewam kir: “Dewleta Tirk bi dewletên Ewropayê re di 2011’an de ji bo parastina mafên jinan peyman îmze kir, lê hîna jî bi sedan jin û siyasetmedar di hundirê dewleta Tirk û girtîgehên wê de têne îşkencekirin.”

Gulîxan Fatme wiha li gotina xwe zêde kir: “Dewleta Tirk bi rêya hedefgirtina siyasetmedarên Kurd hewl dide bi tevahî rêbaz û kiryaran tevgera jinan bişikîne.”

DAXUYANIYÊN ŞERMEZARKIRINÊ TÊRÊ NAKIN’

Gulîxan Tahir da zanîn ku dewlet, rêxistinên hiqûqî û jinan li hember êriş û sûcan daxuyaniyên şermezarkirinê didin, lê ev daxuyanî tenê têrê nakin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker rawestînin.

Gulîxan Tahir wiha gotina xwe bi dawî kir: “Divê tevahî jinên cîhanê derkevin qadan, qetilkirina Deniz Poyraz û tevahî jinên ku bi destê dewleta Tirk a dagirker hatine qetilkirin, şermezar bikin. Ji ber ku hedefgirtina Deniz hedefgirtina tevahî jinan e.”

ANHA

Back to top button