Arşîv

Bûyera li Hesekê derbkirina qanûn û rêgezên mafên jinan e

MİNBİC

Yekitiya Jinên Ciwan li yarîgeha Sudasî ya li navarasta bajarê Minbicê bi amadebûna endamên saziyên jinan, daxuyanî da.

Endama rêveberiya yekitiya Jinên Ciwan Semer Hezûrî daxuyanî xwend û tê de sûcên li dijî jinan û kuştina zaroka li Hesekê şermezar kir.

Semer bang li rêxistinên mirovî û mafên zarokan û jinan kir ku li hemberî van kiryarên dûrî pîvanên mirovahiyê bisekinin û destwerdanê bikin û hesab ji kujerên Eyde bixwazin.

Semer wiha dewam kir: “Eyde El-Seîdo ji ber zihniyeta baviksalar û urf û adetên ku kapîtalîzmê li dijî civakê bi giştî û li dijî jinan bi taybetî çandiye, hate qetilkirin.”

Semer di dawiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku ev sûcên li dijî jinan, hemû mafên mirovan dikin hedef.

 

KOBAN

Tevgera Civaka Demokratîk a herêma Firatê têkildarî mijarê li Qada Jina Azad bi amadebûna bi dehan jinan daxuyaniyek da. Endama rêveberiya nivîsgeha jinan a TEV-DEM`ê Medya Mistefa Hisên daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di civakên me de hîna jin rastî gelek pirsgirêkên civakî, siyasî, aborî û derûnî tên. Ev rewş dihêle ku jin rastî zilm, paşguhkirin, paşketin û bêparhiştina ji mafên xwe bên.”

Her wiha hate destnîşankirin ku bûyera li Hesekê rû daye binpêkirina hemû qanûn, urf û rêgezên mafên jinan e.

Daxuyaniyê îşaret bi wê yekê kir ku kuştina bi bihaneya şerefê, li gorî qanûna jinan sûcekî madî, manewî û qanûnî ye û sûcdar li gorî cezayên di qanûnê de hatine bibîrxistin tên cezakirin.

Di dawiya daxuyaniyê de sûcê kuştina komî hate şermezarkirin û bang li aliyên peywendîdar hate kirin ku kujeran ceza bike.

TEBQA

Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbiya ya Tebqa, bi amadebûna rêveberên jinan ên bajar û nûnerên saziyên sivîl û leşkerî yên Tebqayê daxuyanî da. Daxuyanî li ber avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê ji aliyê seroka Komîteya Têkiliyan a Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbiya ya Tebqayê Nesrîn El-Ubeyd ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku sûcên ku li dijî jinên Sûriyê têne kirin, ji qetilkirin, îşkencekirin û destdirêjî di roja dawî de zêde bûn, ev yek asta serîtewandina civakên me ji zihniyeta mêrê serdest re dide diyarkirin ku sûcên li dijî jinan bi navê adet û urfan rewa dikin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin kir “Ev yek di qetilkirina zaroka bi navê Îda El-Hemûdî bi navê “Şerefê” ji aliyê malbata wê ve li Hesekê de diyar dibe. Ev sûc bi xwîneke sar ji aliyê gelek kesan ve pêk hat. Kujeran ji qetilkirina vê têr nebûn, lê dîmenên wê jî kişandin da ku asta hovîtiya sûcên xwe yên ne mirovî nîşanî cîhanê bidin.”

Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbiya ya Tebqa û gundewarê wê qetilkirina Îdayê şermezar kir û banga hesabxwestin ji kujeran kir û got: “Gunehê Îda tenê ew bû ku di civakekê de mezin bû ku hemû sûcên qetilkirina jinan rewa dike û cezayên sivik an jî efûyê didin sûcdaran.”

REQA

Nerazîbûnên li hemberî qetilkirina zaroka bi navê Îda El-Hemûdî El-Seîdo zêde dibin

Têkildarî  mijarê, endamêm Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê û Rêxistinên Civaka Sivîl li pêşiya avahiya ciwanan a navenda bajarê Reqayê hate xwendin.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan  Xada Hemûdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê hate gotin: “Beriya du rojan bi sûcekî hovane ku dikeve çarçoveya sûcên bi navê şerefê de ku hîn jî di hin civatan de heye, malbata zaroka bi navê Îda li gundewarê parêzgeha Hesekê zarok birin maleke kavilkirî û bi navê paqijkirina namûsê û tolhildanê zarok qetil kir.”

Di daxuyaniyekê de hate diyarkirin ku zarok bi çend guleyan hate qetilkirin ji ber ku qebûl nekir ku bi pismamê xwe re bizewice û wiha hate domandin: ” Sûcdaran namûs kirin hincet û zarok qetil kirin, da ku kuştin û hovîtiyê rewa bikin. Lê ev sûc namûsê paqij nake û tolê raneke. Berovajî vê îsbata şermê, paşketin û wêrankirinê dike. Mêranî ne di heqareta li jinan û qetilkirina wê de ye.”

Yekitiya Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger ên Reqayê êrişên li dijî jinan şermezar kirin û got: “Heta ku hesab  ji sûcdaran  neyê xwestin em rûnanên, em ê li dijî êriş û zilma ku jin rojane zehmetiya wan dikişîne, bisekinin, ji ber ku tundiya li dijî jinan tê wateya tundiya li dijî tevahiya civakê.

Di dawiyê de em bang li jinên ciwanan dikin ku dakevin qadên têkoşîn û berxwedanê da ku li hemberî mêrdestî û hovîtiyê bisekinin.”

Back to top button