Arşîv

Nameya piştgiriyê ji bo jinên Afxanistan

Berxwedan û rêxistinbûyina jin wê sedsala 21 û pêvajoya dîroka me diyar bike.

Em wek Kongra Star silavên şoreşgerî û piştgirî dişînin xwuşkên xwe yên li Afxanistan. Pêvajoya heyî a li Afxanistanê bi danûstandina di navbera DYE û Talîban de gelek bi fikare, lê dîmenên çend hefteyên çûnî ên jinên ji Afganistanê ku diyar kirin ku parastina xwe digirin destê xwe ger hewce be hêvî û hêzê dide.

Bi peymana li ser navê aştiyê ya di navbera Talîban û Amerîkayê de dihêle ku Talîban bi zihniyeta xwe ya Islamîst û dijî jinan, ji civaka navneteweyî rewatiyê digirin. Di encama vê lihevkirinê de, girtiyên Talîban ji girtîgehan têne berdan. Ev bûye sedem ku tundiya li ser jinan zêde bibe. Bi taybetî jinên pêşeng, çalakvan û rojnameger dibin hedefa êrîşên kujer. Zêdebûna Talîbanan li Afganistanê azadî û jiyana jinan bi taybetî û ya gelan bi giştî tehdît dike. Li beramberî van êrişên li dijî azadî û ewlehiya jinan, pêdivî ye ku jin xwe ji binî ve rêxistin bikin û avakirina aşitî û xweparastinê di hemû aliyan de bigirin destê xwe.

Em nikarin pişta xwe bidin heman dewlet û aktorên ku zilm afirandine vê zilmê paşde vegerînin. Çawa ku Serokatî gotibû: “Xweparastina jinan mijarek pir cidî ye ku mirov nikare benda merhemeta mêran re bihêle“. Rastiya ku pergalên baviksalarî her dem dijî azadiyê biseknin ji bo me tê vê wateyê ku divê em xwe rêxistin bikin da ku li hember wê xwe biparêzin. Berxwedan li devera ku rêxistinkirî ye bi ser dikeve; li cihên ku avahiyên xweparastinê yên şênber, domdar têne ava kirin. Girîng e ku jin di parastina cewherî û avahiyên din de xwe bi xweser rêxistin bikin.

Ji destpêka baviksalarî ve, zihniyeta zilam hewl da ku me bide bawer kirin ku jin nikare xwe biparêze. Lê di dema borî de, wek di dema heyî de gelek nak hene ku vê yekê vala derdixînin. Li vir jî, li her çar perçeyên Kurdistanê, jin li dijî zilm û êrîşên baviksalarî xwe diparêzin.

Bi taybetî li Rojava, dema ku DAIŞ di 2014 de êrîşî Kobanê kir yekîneyên parastina jin YPJ hêzên bingehîn bûn ji bo dawîkirina DAIŞ ê.

Ji bo ku em li dijî her cûre êrîşên baviksalarî û mêtinger xwe biparêzin, pêdivî ye ku em xwe rêxistin bikin. Em çiqasî xwe rêxistin bikin, ew qas em ê karibin li dijî baviksalarî jiyana xwe, ramanên xwe, hêvî û xewnên xwe biparêzin.

Çalakiyên jinên Afganî ku daketin kolanan da ku diyar bikin ew li hember Talîban û hemû hêzên baviksalarî yên din xwe diparêzin û amade ne, hêvî û hêzê bidin me.

Êrîşek li ser jinek, çi li Afxansitan an derevên din be, di heman demê êrîşek li ser hemû jinane ji ber vê tekoşîna wan tekoşîna me ye. Em di wê baweriyê de ne ku helwesta yekbûyî yên hêzên jinan ji bo azadiyê, B

Jin Jiyan Azadî

Kongra Star

 

 

Back to top button