Arşîv

Berxwedan jiyan e di Kurdistan ê de bû ye sembola  jiyan û serkeftin ê

daxuyanî ji bo raya giştî

Bi navê saziya malbatê şehîda

Pêşengtiya Kawa yê hemdem Mezlûm Dogan,Ferhad Kortay, Kemal Pîr heya Elî Çîçek li dijî zilma dagirkeriya Turkî yê de tarîtiya hemû zaliman re îradeya mirov ê azad hatiye nîşandin, ji hemû mirovahiyê re riya azadiyê hatiye vekirin. Berxwedana Pêşengên PKK ê 14 Tîrmeh ê , di şexsê hebsa Amedê de, dagirkeran  çar perçeyên Kurdistan ê mahkûm kirin.

Yên bin hemû zext işkence û zordariyê de berxwe dan, mirovahiyê re mizgîniya Kawa yê Hemdem yê giyan ê PKK de “ rûmeta mirovahiyê li dijî zext û zordarî bi serketiye“ ispat kirin.

ê di riya “ Berxwedan jiyane, jiyan berxwedane “ Kurdistanê de bûye sembola  jiyan û serkeftinê

Dirokê de Kurdistan çawa ku Kawa yê Hemdem re pêşengtiya  mirovahiyê azad kiri ye, îro jî bi rêka berxwedana 14 Tîrmeh ê peşengtiya mirovahiyê kiri ye û bûye hêviyek ji bo  hemû mirovahiyê .

Ji îradeya 14 Tîrmeh ê em li garê , avaşîn metîna û zapê dibin  û berxwedana  îro di zindanên dagirkeran de eynî rihê berxwedan ê dewam e  em jî berxwedaniya wan silav dikin. em jî wekî malbatê şehîdan berxwedaniya xwe li ser şopa wan dimeşînin  .

şoreşa Rojava 19 Tîrmeh ê dest pêkir , şoreşa Rojava li dijî taritiya Daiş rola pêşengtiya dîrokî carek din pêk anî.

Şehîdên şoreşê bîranin li ser dozê meşandin u Ala tekoşinê rakirine . Xwedî li şehîda derketine

bi rûhê 14 Tîrmehê em xwedî derkevin li şoreşa 19 Tîrmeh ê…

 

Şehîd namirin

Mekteba jin ya meclîsa malbata şehîdan

12-7-2021

 

Back to top button