Gotar û hevpeyvîn

Ji bo xebatên  diplomasî

em weke  jin şoreşa me ya Rojava  ,bi  şoreşa  jin tê naskirin ev yek jî gelek  deriyên  diblomasî ji me re dane  vekirin, jiber tekoşîn , rêxistin, û fedekariya jin balkêş hate dîtin ji giştî cîhanê re .Ji ber di  hemû şoreşan de , jin her weke belengaz û qûrban tê danesîn. Lê belê berovajîkirin  vê nerînê li ser jinan şoreşek bi serê xwe bû  ,jina xwe bi rêxistinkir ,  li berxwe dide , herwiha xwe diparêzê.   hemû hişmendiyên  ku li ser jin dihat gotin wek zihîfe  ,nikarê li berxwe bide  ku ya hatibûn  ferzkirin ji aliyê hişmendiya  zilamperst hate şikandin, ev yek kir ku gelek tekoşînên jinan  ji vê şoreşa me hêz bigire,  bi tayebet takoşîna YPJ berbamberî rûyê yê herî tûnd , radîkal û paşverû yê DAIŞ ê ,û şehadete Ş. Arîn Mîrkan ku bû sembola jinên tekoşerên cîhanî,  ev yek teşwîqkirin da çekirin ku gelek şande û kesayet serlêdana Rojava bikin ,ta asta tevlîbûn international hate çêkirine piştî asta rêxistin û tekoşîna jinan di hemû asta jiyanê de dîtin  , ta hink  ji wan şehîd ketin û bûne pire  ku ev doz bigihêjê  asta  gerdûn bûyînê. Ev yek tekez  kir doze me ya jin dikarê xwe ferh bike û bi tekoşîna jinan re bibe yek û havpar  tekoşîn bide meşandin. Em di têkiliyên û tifaqên  xwe de li ser pîvanên demoqrasî û azadiyê avadikin bi jin ,gel , civakên civîl  azad li ser bingihên  dostana,  û hevaltî li hemberî hemû  sîstemên  ku qirkirin,  helandin,  nijadperst,  olperst,cinsyetperst,  û desthilatdar. Yên  ku îrada jin ,civak,û gel ji dest wan derxistiya û li beramberî be tekoşîn tê meşandin,  jiber diblomasiya dewletan her dem di asta bercewndî û li ser hesabê gelan tê meşandin.
Lewma di şoreşa  me  bi rêxistinkirina diblomasî  xebatekî gelek  girînge, ji ber gelek sedeman ,yek ji wan  jibo  rang û dengê tekoşîn  me bide di asta cîhanî ,jiber ku şoreşa me di nava xwe de ne fetisê û were hedef girtin ji aliyê dagirkeran  , mîtingeran ,û rû bi rû li beraberî qirkirinê ne yê. Ji bo hem piştgirî bide û zexit bike li ser saziyên navnetewî ku bi erkê xwe yên mirovahî rabin,  û herwiha tekoşên  hevpar bidin meşandin û ji aliyê me ve jî pişgirî were dayîn. Wekî din jî jibo em ezmûnên xwe parvekin û deskeftiyan bikin mal û mîrasê hemû jinan .
Xebatê me hemû li ser çend  astan tê meşandin  yek tefaqên navxweyî bi rêxistinên jinan û pêkhatiya li ser asta Bakûr û Rojhilata Sûrî,  du li ser asta Sûriyê bi giştî jiber em parçeyek ji Sûriyè ne ,û em bi bawerin ku piroja netewa demoqiratîk ya ku rêber Apo pêşkêş kiri ya  ewê  bibe çareserî û wê Sûrî ji vê aloziya ku bi deh salan domdarkir we xelas bike.
Her wiha ji bo yekîtiya netewî ya Kurd li ser her çar parçê Kurdistanê, ji bo rastî tifaq were avakirin û zêzkatiyê teng yê partiyan derbikeve, ji bo gelê Kurd ji hemû pîlanên qirkirin xwelas bikin. Herwiha vekirina li ser asta Rojhilata Navîn ya ku bûya gola xînê û şerê cîhanê sêyemîn, ji ber hemû zemînên şer  lê tê avakirin  bi şer jibo nijadpeestî,  olperstî,  cisyetperstî…lewma derbaskirina demoqirasî van hemû pîlana vale derdixîne. Di dawiyê di verhkirin di asta cîhanî û paralêl di mijarên  hevbeş de tekoşîn dane meşandin  . Û ji hemû amûrên tora civakî sûd girtin ji bo xwe ferhkirin , têkiliyî û tifaqên demoqiratîk dane  avakirin.

Rûken Ehmed
Endama Têkilî û Tifaqên demoqiratîk
Back to top button