Arşîv

Kombûna Jinên Zenûbya şehîdên komkujiya Şengalê bi bîr anîn

Nivîsgeha Jinan a Kombûna Jinên Zenûbyayê şehîdên komkujiya 3`yê Tebaxa 2014`an bi bîr anîn

Bi dehan jinên Tebqa, Reqa, Dêrazor, nûnerên saziyên sivîl, meclisên herêmî, partiyên siyasî û hiqûqnas tev çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de daxuyaniyî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Kombûna Jinên Zenûbyayê Xûd El-Îsa ve li bajarê Reqayê hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye: “Bi navê Kombûna Jinên Zenûbyayê em salvegera 7`an a komkujiya Şengalê bi bîr tînin ku di encama wê de bi hezeran Êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve şehîd bûn û zêdetirî 3 hezar jinên Êzidî hatin revandin.

Ev komkujî ne ya yekemîn a li dijî civaka Êzidî ye. Beriya wê 72 ferman bi serê wan de hatine. Tişta ku bala mirov dikşîne ew e ku ev komkujî di serdema ku cîhan banga pêşketin û mirovahiyê dike, pêk hat. Her wiha ev komkujiya ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve bi hinceta îslame pêk hatî û destekdayîna dewleta Tirk a jê re, nehatin şermezarkirin.

Ne diyarkirina tu helwestekê ji aliyê dewletan ve, hişt ku dewleta Tirk hîn zêdetir sûcên hovane li dijî gel, nexasim jinan pêk bîne. Mînaka wê jî sûcên ku li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ji revandin, binpêkirin û guhertina demografîk, têne kirin.

Em dibêjin ku dewleta Tirk rûyê din ê DAIŞ`ê ye û berdewamiya sûcên wê yên hovane ye.

Em piştrast dikin ku bi îradya jina ku xwe di nava QSD`ê de bi rêxistin kiriye û bi saya xwîna şehîdan serkeftina li dijî DAIŞ`ê hate bidestxistin.

Em ji her jineke bindest re soza xwe nû dikin ku em ê dengê jina azad bigihînin tevahî cîhanê.

Em bang li saziyên civaka navneteweyî, rêxistinên mirovî dikin ku itîrafê bi komkujiya Şengalê bikin. Hesab ji sûcdar û kesên ku destek dane were xwestin, bi awayekî fermî bi Rêveberiya Xweser a Şengalê were naskirin ku ew nûnertiya îradeya gelê Şengalê dike. Hemû jinên girtî serbest werin berdan û çarenûnsa yên winda jî eşkere bibe. Divê dosyayên kuştina jinên sivîl di dadgehên navnetweyî de werin çareserkirin û şopandin.”

ANHA

Back to top button