Arşîv

Koordînasyona Kongra Star komkujiya ku dagirkeriyê li dijî El-Sefawiye pêk aniye, şermezar kir

Koordînasyona Kongra Star têkildarî komkujiya ku dewleta Tirk li dijî malbateke li gundê El-Sefawiye ya Eyn Îsayê pêk aniye, daxuyaniyek da.

Di encama topbarana li  dijî malbata Zêdan de, Zêdan û 3 kurên wî jiyana xwe ji dest da, dayika zarokan û keça xwe ve jî bi giranî birîndar bûn.

Di daxuyaniya Kongra Star de ev tişt hat gotin: “Hêzên dagirkeriya Tirk vê berbanga îro bi tankan malên sivîlên li rojhilatê bajarokê Eyn Îsayê topbaran kirin, di encamê de li dijî malbatekê li El-Sefawiye yê rojhilata gundê El-Şergirak ê li ser rêya M4  komkujiyek çêbû, bi wê re 4 ferdên malbatê jiyana xwe ji dest da.”

Di daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: “Em vî sûcî ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan şermezar dikin. Di van sûcan de civaka navneteweyî bi bêdengiya xwe hevkar e.”

Di dawiyê de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku dawî li van komkujiyên ku li dijî sivîlan pêk tê, bîne.”

ANHA

Back to top button