Arşîv

Daxwiyanî ji bo raya giştî

Dewleta Tirkî faşîst bi hemû rêbazan êrîşên  hovane  li ser gelên herêma

bakur rojhilata Sûriyê didomîne bi hevkariya rêcîma Sûriyê  ku  berî

demekê  hevpeymanek  bi  hev re girê dan, ku sînorên navbera Rojava û

bakurê Kurdistan bê vekirin da ku derfetê bide milet ji  welatê xwe

koçber bibin bi mebesta valakirina herêmê  û hêsankirina desteserkirina

wê  û di encama vê hevpeymanê de jin û zarok  tên tecawizkirin û ciwan tên eşkencekirin û kuştin .

Û em wekî Kongira Star li himber işkence,tecawiz  û faşîzma ku li ser me

Tê meşandin ji hêla dijmînê mirovahiyê vet u carî qebûl nakin  û li

himber van kiryaran em ê xeta berxwedan û tekoşînê bilind bikin ji bo

wê bangewaziya me ji hemo gelê me re ku nekevin bin bandora şerê

taybet  û berê xwe nedin koçberiyê  û welatê xwe radestî dijmin nekin û

bi taybet  bangewaziya me ji jin û ciwan  re ku heta dawî parastina xwe

bikin û li xak û rûmeta xwe xwedî derkevin her weha bangewaziy me ji

rêxistinên mafê mirovan û Netewên Yekbûyî  ku li himber kiryarên

dewleta Tirkî faşîst bê deng nemînin.

Na ji qirkirin  û dagirkeriyê re

Jin  jiyan  azadî

10.8.2021

Back to top button