Arşîv

Daxwiyanî ji bo şengal

Kongra Star bang li Dewleta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku nekevin xefika dagirkeriya Tirk, ji ber ku destê terorê li her derê dirêj dibe.
Di demekê de ku em salvegera pêngava 15 Tebaxê bibîr tînin û pêncemîn salvegera rizgarkirina bajarê Minbicê pîroz dikin, dest direjiya terorê û dagirkeriya Tirkiyê dîsa bi firokeyên bê mirov li şengalê dan ku hîna birîna wê nehatiye dermankirin.
Li cihê ku dewleta Tirk a dagirker li bazara kevin a Şengalê erebeyeke sivîlan bombebaran kir û Seîd Huseyîn ku yek ji damezrênerên Yekîneyên Parastina Şengalê bû û îsa Xudî ku pê re bû şehîd xistin.
Wê demê hatibû plankirin ku serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji bo şengalê pêk were, lê ev serdan pêk nehat, ji ber ku ev operasyona terorîstî ya li dijî sivîlan li şengalê hatibû plankirin û di heman salvegera êş a şehadeta rêber Mam Zekî şengalî, û bi vê em dibêjin bombebarana sîstematîk berdewam e, Li hember rêvebir û sivîlên ku ji bo parastina şengalê û destkeftiyên xwe feda kirin piştî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta îraqê dev jê wan berdan. û ew ji talan, kuştin, wêrankirin û komkujîyên di qirkirina 74an de mehkûm xistin, ji bilî binpêkirina sînorên asmanî li îraqê û nehiştina rêzgirtinê ji serweriya îraqê re bi dest werdana yekser û rasterast di xaka wê de.
Em wekî rêxistina Kongra Star bang li hemû gel u wijdanên zindî dikin ku li dijî hemû binpêkirinên dewleta dagirker a Tirk bisekinin. Em bang li dewleta îraq û hikûmeta herêma kurdistanê dikin ku nekevin vê xefkê.

Koordînasiyona kongra star

2021/8/17

Back to top button