Arşîv

Daxwiyaniya YPJ ji bo jinên Avxanistan

Hêza Jina Rêxistinkirî Wê Feraseta Desthilatdaran Ji Holê Rabike

Pêvajoya li Efganîstanê tê jiyan kirin ji bo hemû jinên tekoşînvan, derdorên demokrasîxwaz cihê êş û fikar e. Pergala hegemon a siyaseta global ji bo şikandina vîna tekoşîna jin û gelan û berjewendiyên xwe yên ku bi mijara wekaleta Efganîstanê ve bi lêv dikin her cure alîkarî dane Talîban û di encama vê hevkariya hêzên kapîtalîzma gloobal de Efganîstan radestî Talîban kirin. Hêzên desthilatdar tu caran şûnwarên şêniyên ku bi salan e li ser axa xwe jiyan dikin, nirxên ku jin û civakê çavê xwe li ser vekiriye nasnakin û vîna jin û gelan ji nedîtîve tên. Pêvajoya dawî li Efganîstan diyar kir ku gel û bi taybet jin tu çarî ihtimada xwe nikare bide li ser hêzên derva, hêzên hegemon. Aavakirin û parastina çivakek ehleq, politik, wekhev û ewleh tenê bi hêza civak dikare were pêk anîn.

Çawa ku hêzên emperyalist di pêşengiya dagirkeriya dewleta mafya û çete a Tirk de êrîşî axa Rojava, Bakûr û Rojhilatê Sûrî kirin, jinên herêmê revandin, zarok, kal, pîr kuştin îro jî heman feraset li Efganîstanê, li ser jin û gelê herêmê heman kiryara dide jiyan kirin. Weke artêşa Yekîneyên Parastina Jin YPJ me ev êrîşên li ser Efganîstanê bi xemdariyeke mezin şopand, me jin û gelê herêmê ji kûr ve hîs kir. Di heman demê de êşa ku em niha ji kûrahiya dil de hîs dikin ewe ku vîna jinên Efganîstanê bê ku li ber çavan were girtin, bi awayek hovane û dijmirovahiyê radestê hêzên desthilatdar hat kirin.

Biryarên Talîban ji bo jin û civaka Efganîstanê girtî derhiquqî ne, antî demokratik in.  Ango hewl didin bi dagirkirinê ve jin û civaka Efgan li gor feraseta xwe ya desthilatdariyê ji nû ve dizayn bikin. Ev nêzîkatî heta dawî li derveyî vîna azad û mirovahiyêye.

Lê em ji bîr nekin ku di hemû serdeman de çareseriya azadiyê ji hêza xweya cewherî bawer kirin, xwe rêxistin kirin û vîna tekoşîna azadiyê bilind kirin e. Çawa ku wekî YPJ me li hember DAÎŞ û li hember feraseta dagirker a dewleta mafya û çete a Tirk bi hêza jin a rêxistinkirî li berxwe da, xwe xurt kir, artêşa xwe mezin kir, jinên Efganî jî bi hêza xwe ya cewherî û rêxistînbûna xwe ve dikarin bibin hêza azadiyê. Jinên Efganî divê xwedî mafê xwe yên hiqûqî, aborî, rêvebirina welatê xwe bi israr bin.  Xwediyên esil ên wê axê jinên li ser wê axê ne, pêwîste jinên Efganî li gor serdema nû bikaribe bi vîna xwe ya azad, rêxistinkirineke ji hemû deman zêdetir bi bandor ve hêza xwe derxe holê.

Em weke hêzên YPJ’ê piştgiriya xwe ji bo jinên Efganîstanê diyar dikin û dibêjin çi dibe bila bibe pêwîste jinên Efganîstanê xwe bi vîna azad birêxistin bikin û tekoşîna xwe hember hêzên desthilatdar diyar bikin. Pêwîste neyê ji bîrkirin ku hêvî ji serkeftinê bi nirxtir e. Bi hêviya siberojên azad hêza xwe ava bikin. Ger hêza jinan bibe yek tu hêzên desthilatdar wê nikaribin li hember hêza jinê ya xwe bi rêxistinkiri bisekinin û kiryarên dijmirovahiyê bidin jiyankirin. Herî dawî jî em bang li hemû jinên cîhanê yên demokrasîxwaz dikin û dibêjîn ev rewşeke miroviye û pêwîste her jin piştgiriya xwe ji bo jinên Efganî diyar bikin. Em jî rewşa jinên Efganî bi baldariyeke mezin dişopînin, piştgiriya xwe diyar dikin û serkeftinê dixwazin.

Fermandariya Giştî ya YPJ

 

 

Back to top button