Siyaset

nameye Kongra Star ji Rêxistina Şoreşger a Jinên Efganî RAWA

Ji ber rewşa Afganîstanê û desteserkirina desthilatdariyê ji aliyê Talîban ve, rêxistina jinan a Kongra Star di nameyekê de ji Rêxistina Şoreşger a Jinên Efganî RAWA re xem û piştgirîya xwe anî ziman. Kongra Star pirsî ka ew dikare ji bo piştgirîkirina dozê çi bike û çewa bibe alîkar. Rêxistina RAWA silavên germ şand û aşkera kir ku hevgirtina Kongra Star ji bo wan pir wate dar e û ew pê serbilind in. Wekî din diyar kirin ku demek pir dijwar û nediyar e, lê ew dizanin ku berxwedan û têkoşîn tu carî ranaweste.
Hevgirtina navneteweyî ya bi jinên têkoşer re pir girîng e ji ber ku pergala baviksalarî û kapîtalîst li her derê êrîşî jinan dike û li dijî wê rêxistinbûn û berxwedan pêwîst e. Ji ber vê yekê kongra star hewl dide ku bi hemî jinên cîhanê re bibe yek û bi hev re têbikoşe.

Back to top button