Siyaset

Jinên Dêrazor xwestin hesab ji dewleta Tirk were xwestin

Bi sedan şêniyên kampa Ebû Xeşeb a li Dêrazorê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal û bakurê Sûriyê şermezar kirin.

Bi pêşengtiya Kombûna Jinên Zenûbiya ya Dêrazor û gundewarên wê bi sedan şêniyên kampa Ebû Xeşeb a Dêrazorê bi meşekê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da.

Di meşê de diruşmeyên “Qatil Erdogan”, “Bijî Sûriya demokratîk a pirrengî” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Meş li kampê geriya û li qada wê veguherî mêtîngê. Berdekva Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbiya ya Dêrazorê Şehrezad Casim daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîl û navendên tenduristiyê yên Şengalê hatin şermezarkirin û hate gotin: “Dewleta Tirk bi çete û sixûr û xayînên xwe careke din sînaroyên komkujiyên xwe yên hovane li Bakurê  Sûriyê dûbare dibe, jin û zarokan tecawîz dike û qetil dike, warê me bin pê dike, ciwanên herêmê tev li nava çeteyên xwe de dike da ku wan ji herêmê bide koçberkirin. Li Efrîna dagirkirî rojane jin têne revandin, îşkencekrin û tecawîzkirin. Ev kiryarên ne mirovî sûcên şer in. “

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku sûcên dewl dewleta Tirk hemû qanûnên navneteweyî bin pê dike û bang li rêxistinên navneteweyî  û civata navneteweyî hate kirin ku destwerdanê bikin, sûcên dewlet Tirk a dagirker rawestînin û wê ji herêmên dagirkirî derxînin, her wiha hesab ji dewleta Tirk a dagirker bixwazin.

Çalakî bi dirûşemyên şermzarkirina dewleta Tirk û silavkirina biratiya gelan bi dawî bû.

ANHA

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27