Arşîv

​​​​​​​Kongra Star a navçeyên Til Hemîs û Til Birakê sûcên qetilkirina jinan şermezar kirin

Kongra Star a navçeyên Til Hemîs û Til Birakê îro sûcê qetilkirina şêniya bi navê Iftîkar Mihemed Gazî ji hêla hevserê xwe ve, şermezar kir û bang kir ku rê li pêşiya mîna van sûcan were girtin û sûcdar werin cezakirin

Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê ya girêdayî kantona Qamişloyê bi armanca rêgirtina li pêşiya şîdeta li ser jinan meşeke protestoyî li dar xist. Meşê ji pêşiya navenda meclisa navçeyê dest pê kir û li Çerxerêya Şehîdan rawestî û veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de endama Kongreya Stra Neyra El-Hemko axivî û şîdeta li dijî jinan şermezar kir. Her wiha bûyera qetilkirina jina bi navê Iftîkar Mihemed Gazî ku di 9`ê Îlonê de pêk hat, şermezar kir.

Neyra bang li hemû jinan kir ku li pêşiya hemû hewldanên çewisandina nasnameya jinan û şikandina vîna wan bibin bendeke asê.

Endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Til Hemîsê Qahra Silêman axivî û şîdeta li ser jinan şermezar kir. Qahra bang li aliyên hiqûqî û rêxistinên jinan kir ku desteka pêwîst ji jinan re pêşkêş bikin da ku mafên xwe yên jidestdayî bi dest bixin.Li navçeya Til Birakê bi heman mebestî endamên Kongreya Star li pêşiya avahiya Mala Jinan a li navçeyê kom bûn û daxuyaniyek da raya gişt. Di daxuyaniyê de bûyera qetilkirina Iftîkar Gazî, şermezar kirin.

Endama Mala Jinan a navçeyê Xewle El-Cedo daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê rê li pêşiya mîna van sûc û binpêkirinên li dijî jinan were girtin û sûcdar werin cezakirin.

Di daxuyaniyê de ev yek hat gotin: “Jin ne ji bo ku bibe kole yan jî îşkence lê were kirin an jî were paşguhkirin, hatiye dinê. Ew bingeha civakê ye û rola wê tê de girîng û çalak e. Ew cih û têkoşîna xwe li her derê îsbat dike. Divê em piştgiriyê bidin hemû jinan ku rastî şîdetê, destavêtin û hemû sûcên din tên. Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadkirina jinan ji zîhniyeta baviksalar, koletiyê û zilmê gelek tê koşiyaye.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li zêdekirina lidarxistina çalakiyên destekdayîna têkoşîna jinan hat kirin.

ANHA

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27