Arşîv

‘Rêxistinbûyîna jinan misogeriya têkbirina siyasetên kapîtalîst e’

Endama Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Roza Tolhildan di semînerekê de got, rêxistinbûyîna jin û parastina destkeftiyên wan misogeriya yekane ya têkbirina siyasetên kapîtalîst e ku bi rêya şerê taybet jinan dikin hedef
Kongra Star a kantona Hesekê têkildarî rola jinan di civakê de, tundiya li ser jinan û têkoşîna li dijî tundiyê semînerek bi beşdarbûna bi dehan jinên  Kurdî, Ereb û Suyran organîze kir

Semîner li hola Reşo ya taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê hate dayîn.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Roza Tolhildan semîner bi rêve bir. Di destpêka semînerê de got: “Gelên Rojhilata Navîn di pêvajoyeke çarenûsî û dîrokî re derbas dibin, dewletên kapîtalîst dixwazin hegemoniya xwe li ser çanda gelan ferz bikin û gelan bindest bikin.”

Roza Tolhildan diyar kir ku tevgera yekane ya ku li cîhanê li hemberî sîstema kapîtalîst disekine tevgera rizgariyê û fikirê rêber Abdullah Ocalan e û wiha domand: “Rêber Ocalan ji bo belavkirina fikirê neteweya demokratîk li Rojhilata Navîn tê dikoşe, di fikirê xwe de di radeya yekemîn girîngiyê dide rola jinan di civakî de û çareserkirina pirsgirêka jinan ku dewletên kapîtalîst kûr kirine.”

Endama Koordînasyona Kongra Star girîngiya rêxistinkirin û rizgarkirina jinan destnîşan kir û got: “Azadiya civakê û gel di serî de girêdayî azadiya jinan, bêyî azadiya jinan civak azad nabe.”

Roza Tolhildan her wiha bal kişand ser têkoşîna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî DAIŞ’ê û diyar kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berxwedana xwe ji tevahî cîhanê re bûne mînak, lê dijminên jinan asta û bandora jinên rêxistinkirî dizanin û wekî xeter ji bo xwe dibînin, ji ber vê yekê şerê jinan dikin da ku rola wan di civakê de lawaz bikin.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Roza Tolhildan di dawiyê de girîngiya ku jin xwe bi rêxistin bikin û destkeftiyên xwe biparêzin destnîşan kir û diyar kir ku jin bi rêxistinbûna xwe dikarin siyasetên kapîtalîzmê têk bibin û li hemberî şerê taybet bisekinin.

ANHA

Back to top button