Lêkolîn

Kombûna Jinên Zenûbiya bi jinên Hecînê re civiya

Kombûna Jinên Zenûbiya bi civînekê encamnameyên kongreya damezîrner a kombûnê û rêziknameya wê ji jinên Hecînê re şîrove kirin

Kombûna Jinên Zenûbiya civînên bi armanca danasîna rêziknameya kombûnê û encamnameyên kongreya wê ya damezrîner didomîne. Di vê çarçoveyê de civîneke li bajarokê Hecînê li dar xist

Civîn li avahiya Meclisa Şehîd Ebduweheb El-Sibêh bi beşdariya bi dehan jin û nûnerên meclisên herêmî û sivîl li dar ket.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevserokê Meclisa Gel a Hecînê Ayde Colan axivî û kombûn wiha pênas kir: “Rêxistineke jinan a siyasî, civakî, aborî û ekolojîk e ku  jinên hemû gel û çandên li Sûriyê birêxistin dike. Kombûn enerjî û xebata jinên Sûriyê birêxistin dike, her wiha jinan di hemû qadan de pêşdixe û bihêz dike û li dijî hemû cûreyên qirkirna bedenî, çandî, zayendperestî, neteweperestî û desthilatê tê dikoşe.”Endama Desteya Rêveber a Kombûna Jinên Zenûbiya ya Dêrazorê Şehrezad Casim li ser armancên kongreyê ji ANHA’yê re axivî û got: “Ji encamên girîng ên kongreya damezrîner a kombûnê; yekitiya jinan ava bike û wan bi rêxistin bike, her wiha xebatên wan koordîne bike. Armancên kombûnê mafên jinan misoger bike wan bi qanûnên parasatina wan bide nasîn.”

Endama Komîteya Jinan a Meclisa Gel a Hecînê Xîtam Hedo got: “Kombûna Jinên Zenûbiya dê yekitiya hemû jinan ava bike, mafên wan biparêze û dê bihêle ku jin qonax û civakê bi rê ve bibe. Em bi têkoşîn û rêxistina ku em gihaştine serbilind in.”

Civîn bi nîqaşên têkildarî encamên kombûnê û bendên rêziknameyê bi dawî bû.

Ev civîna 3`yemîn ku Kombûna Jinên Zenûbiya li Dêrazorê orgenîze dike

ANHA

Back to top button