Arşîv

Firina Çiyayê Kizwanan bi pêşengtiya jinan tê birêvebirin

Xebatkarên firina Çiyayê Kizwanan derbarê xebatên xwe û keda jinê de axivîn û wiha gotin: “Siberoja civakekê bi keda jinan bi teşe dibe, divê hemû jin li keda xwe xwedî derkevin û siberoja xwe ronî bikin.”
Herêma Çiyayê Kizwanan di sala 2015’an de di pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo de ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ji çeteyên DAÎŞ’ê hatibû rizgarkirin. Piştî rizgarkirinê ji bo rêxistinkirina herêmê û peydakirina kar û xebatê, her kesî hewl da. Di Cotmeha 2017’an de li Çiyayê Kizwanan da ku  bikaribin pirsgirêka nan çareser bikin, firinek nanpêjê ji aliyê Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê ve hat vekirin. Xebatkarên firinê jin in. Rojê 14 saetan dixebitin û rojane nêzî 3 hezar û 900 kîs nan li gelê gundewarên Çiyayê Kizwanan tê belavkirin.
Rêveberiya firina Çiyayê Kizwanan Semîra Îsa derbarê kar û xebatê firinê de wiha got: “Pêwîstiya gelê me li Çiyayê Kizwanan bi vekirina firinekê hebû, ji ber ku Til Temir dûrî wir  e. Em hewl didin ku nan bighînin hemû gundewarên Çiyayê Kizwanan. Ya herî baş ew bû ku êdî gel diherike nava xebatê û ji bo civaka xwe dixebite. Bi taybet jî jin di vî warî de kedeke cuda didin. Jin xwedî kedeke pîroz e, siberoja civakekê bi keda jinan bi teşe dibe, divê hemû jin li keda xwe xwedî derkevin û siberoja xwe ronî bikin.”
Fatima Xindir jî derbarê ked û xebata jinan de wiha axivî: “Rast e em li vir diwestin lê em vê westandinê ji bo xwe dikin hêz. Em pir spasiya tevgerê dikin ku li keda jinê xwedî derdikeve. Ez bang li her jinekê dikim ku ew jî bixebitin. Çimkî ya ku siberoja civakê ronî dike keda jinê ye.”
Back to top button